Artêşa Tirk gundên navçeya Eyn Îsayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Mielik, Seyda û rêya M4 topbaran dike.

Artêşa Tirk gundên navçeya Eyn Îsayê topbaran dike
1 kanûn, 2020   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi çekên giran gundên Mielik, Seyda û rêya m4 topbaran dike.

Heta niha derbarê ziyanên topbaranê de tu agahî nehatine bidestxistin.

ANHA