Li herêma Firatê careke din qedexeya derketina derve hate ragihandin

Bi armanca pêşîlêgirtina vîrusa koronayê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro li herêma Firatê qedexeya derketina derve ferz kir.

Li herêma Firatê careke din qedexeya derketina derve hate ragihandin
1 kanûn, 2020   10:38
KOBANÊ

Beriya niha Rêveberdiya Xweser a Herêma Firatê ji 15`ê Mijdarê û heta 26 heman mehê, qedexeya derktina derve ragihan. Paşî 5 rojan qedexe rakir, da ku şênî pêwîstiên xwe dabîn bikin. Îro Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve careke din ragihand û dê heta 10`ê vê mehê berdewam bike.

Di roja yekeymîn a qedexeyê de, piraniya dikanan girtîne û liv û tevgera şêniyan kêm e.

Hêjayî bibîrxistinê ku li herêma Firatê ji ber hejmara pêketiyên vîrusa koronayê zêde bûye, ev qedexe hate ferzkirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5C679dmNcfU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>