Meclisa Til Şayir ji nû ve komîteyên xwe çalak kirin û dest bi xizmetê dike

Meclisa bajarokê Til Şayir piştî avakirina gelek komîteyên xizmetguzarî dest bi karê xwe kir. Di destpêka sala bê de wê endamên komîteyên mayî werin hilbijartin.

Meclisa Til Şayir ji nû ve komîteyên xwe çalak kirin û dest bi xizmetê dike
1 kanûn, 2020   09:49
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Bajarokê Til Şayir 30 km dikeve başûr rojhilatê navçeya Şedadê ye. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di pêngava Bagera Cizîrê de ya ji bo rizgarkirina gundewarên başûrê kantona Hesekê , Til Şayir 17`ê Hezîrana 2018`an ji DAIŞ`ê rizgar kir.

Piştî rizgarkirinê bi du salan û piştî pêngavên hêzên ewlekariyê yên li dijî şaneyên terorîst ên girêdayî DAIŞ`ê ku di encamê de herêm aram bû, meclisa bajarokê dest bi karê xwe kir û bi rêya 4 komîteyan xizmetê pêşkêşî şêniyan dike.

Komîteyên ku hatine avakirin ev in; perwerde, aborî û xizmetugzarî.

Hevseroka Meclisa Bajarokê Til Şayir Sade El-Hirmas got: “Em hewl didin alîkariya şêniyan bikin, pirsgirêkên wan çareser bikin û ji aliyên xizmetguzarî tiştên pêwîst ji wan re pêşkêş bikin. "

Li gorî Sade El-Hirmaş, plansaziyek ji bo pêşxistina warê xizmetguzarî li bajarokê û gundên girêdayî wê heye. Tê payîn ku komîteyên meclisê di destpêka sala 2021`an de, di çarçoveya hilbijartinên fermî de endamên komîteyên girêdayî meclisê werin hilbijartin.

Komîteya Aborî ji ber ku li herêmê firin tune ye û nan ji Şedadê û Hesekê dihat, piştî avakirinê yekser dest bi avakirina firinekê li bajarokê kir.

Endama Komîteya Aborî ya meclisê Hind El-Latîf dibêje: “Dema meclisê dest bi xebatên xwe kir, Komîteya Aborî piştî erêkirinê, yekser dest bi avakirina firinekê li herêmê kir û xebatên amadekirina firinê berdewam in.”

Zêdetirî 300 gund bi firehbûna 40 km û dirêjbûna 60 km girêdayî Meclisa Bajarokê Til Şayir in.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AID-zqGvHsM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>