Rayedarekî din ê Pentagonê istîfa kir

Berdevkê Pentagon ragihand istîfaya Gerînendeyê Tîma Xebata Taybet a Têkçûna DAIŞ`ê ya li Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Chris Miller hatiye erêkirin.

Rayedarekî din ê Pentagonê istîfa kir
1 kanûn, 2020   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Tora CNN a Amerîkayê berpisyarekî mezin ê Tîma Karê Taybet bi Têkçûna DAIŞ`ê yê di Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) de bi rê ve dibir, îstîfa kir.

Berdevkê Pentagonê îro bi daxuyaniyekê daxuyand ku Wezîrê Parastinê yê erkdar Chris Miller îstîfaya Christopher Mayer erê kir.

Christopher Mayer ji sala 2017`an ve çavdêriya pêşxistina siyaset û stratejiyên û diyalogên navneteweyî yên girêdayî şerê li dijî DAIŞ`ê dikir.

(eh)