Ji girtiyan peyam: Heta serokê me azad bibe em ê li ber xwe bidin

Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan û di greva birçîbûnê de ne gotin, "Heta tecrîd bi dawî bibe û Rêberê me azad bibe wê berxwedana me bidome."

Ji girtiyan peyam: Heta serokê me azad bibe em ê li ber xwe bidin
30 mijdar, 2020   20:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo ku tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe girtiyên PKK û PAJK'ê di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçûbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Greva ku li hemû girtîgehan belav bû di roja 4'emîn de berdewam dike. Girtiyê di grevê de bi rêya malbatên xwe ji derve re peyam şandin.

Saadet Akin, Neclia Yildiz û Arjîn Yuksekbag yê ku li girtîgeha Sînanê ya jinan gitî ne bi rêya malbatên xwe ev peyam şandin: "Heta ku tecrîd bi dawî bibe û rêberê me azad bibe wê berxwedan bidome. Em banga hestiyariyê li her kesî dikin."

Çavkanî: JIN NEWS