Ewlehiya Neteweyî ya Îranê: MOSSAD li pişt kuştina Fexrîzade ye

Berpirsê Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî got “MOSSAD li pişt kuştina zanyarê nukleerî yê îranî Mihsin Fexrîzade ye.”

Ewlehiya Neteweyî ya Îranê: MOSSAD li pişt kuştina Fexrîzade ye
30 mijdar, 2020   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Elî Şemxanî wiha got: “Mihsin Fexrîzade bi rêbazên pir bigirêk û bi çekên wekî demançe hatiye kuştin. Girêdayî kesên ku ew sûc pêk aniye, me hin agahî bi dest xistin. Em berê dizanin ku berpirsyarê wê yekê, sicîla wî eşkere ye.”

Demekê berê, Şemxanî ji televîzyoneke Îranê re gotibû: “Hêzên ewlekariyê yên Îranê dizanibûn ku dê Fexrîzade li heman cihê ku lê hatiye kuştin, rastî hewldana kuştinê bê.”

Di heman derbarê de, wezîrê Îsraîlê Tzachi Hanegbi ku nêzî serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ye, şemiyê ji tora Live 12 re wiha axivî: “Bi rastî tu îsbatên li ser kesê ku ew bûyer kiriye, li cem min tune ne.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku roja înê serokê navenda lêkolînan û teknolojiyê ya Wezareta Parastinê ya Îranê Mihsin Fexrîzade hatibû kuştin.

 (cx)