​​​​​​​Fransayê daxwaza Lubnanê ya radestkirina dîmenên peykê red kir

Di demekê de ku lubnanî li benda encamên teqîna Beyrûtê ne û li gel ku giliyên derengmayîna derxistina biryarên li dijî rayedarên dewletê zêde dibin, Fransayê daxwaza Lubnanê ya radestkirina dîmenên peykê red kir.  

​​​​​​​Fransayê daxwaza Lubnanê ya radestkirina dîmenên peykê red kir
30 mijdar, 2020   13:18
BEYRÛT

Nûçegihanê Radyoya Fransayê ya navneteweyî ya li Lubnan û Sûriyê Pol Xelîfe ji malpera MTV a Lubnanê re got: “Fransayê daxwaznameyeke fermî ya Lubnanê ji bo radestkirina dîmenên peykê (satelayt) ên teqîna bendera Beyrûtê red kiriye.”

Xelîfe destnîşan kir ku Lubnanê gelek caran ev daxwazname pêşkêş kiriye. Lê di dawiyê de çavkaniyên payebilind ên Fransayê yên têkildarî vê dosyayê, piştrast kir ku peykên Fransayê di 4`ê Tebaxê de anku roja teqînê li ser bendera Beyrûtê nedixebitîn.

 (şx)