Meclisa Şengalê: Sibê li pêş navendên Asayîşê kom bibin û destekê bidin hêzên xwe

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê piştî civîna xwe ya awarte daxuyaniyek da û bang li civaka êzidî kir ku sibê li dijî planên Iraqê li ber navendên Asayîşê yên li Şengal, Sinûn û Xanesorê kom bibin.

Meclisa Şengalê: Sibê li pêş navendên Asayîşê kom bibin û destekê bidin hêzên xwe
30 mijdar, 2020   12:47
ŞENGAL

Îro Meclisa Xweseriya Demkratîk a Şengalê (MXDŞ) li ser rewşa herêmê û geşedanên dawîn, civîneke awarte li dar xist. Piştî civînê MXDŞ’ê biryarên ku di civînê de hatine girtin, bi daxuyaniyekê ji raya giştî re parve kirin.

Cîgirê hevserokê MXDŞ’ê Heso Îbrahîm daxuyanî xwend û tê de wiha got:

”Em tu biryarên li dijî îradeya xwe qebûl nakin, kî li ku biryaran dide bila bide, îro yê li ser rûyê erdê em û xwediyên şehîdan in. Iraq deyndarê me ye, em naçin daxwazê ji wan nakin. Pêwîst e ew werin bi me re nîqaş bikin û bêjin “Hûn çi dixwazin?".

Ev şeş sal derbas bûn me kedeke mezin li vir daye. Îro dixwazin me bê îrade bikin. Em wek gelê Şengalê bi israr in ku heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Heke Iraq îradeya me nas dike, bila were bi me re rûne, lê eger îradeya me nas neke û dest biavêje hêzên me yên parastinê û bi taybetî Asayîşa Êzidxanê, em ê yek gavê paşde neavêjin û heya dawiyê em ê şer bikin. Em naxwazin şer bikin, her dem me hewl daye bi diyalogan îradeya me bê naskirin. Lê belê heke bigihîne asta şer, em ê hemû çekan rakin.”

Heso Îbrahîm bang li gelê êzidî kir ku sibê di saet di 9‘ê sibê de li ber navendên Asayîşê li Şengal, Xanesor û Sinûnê kom bibin û destekê bidin zarokên xwe.

ANHA