Şitilgeha Navendî ya Minbicê şitlan ji cotkaran re peyda dike

Gelek cureyên darên berhemdar û daristanî li Şitilgeha Navendî ya Minbicê hene. Jê darên fistiq helebî ya ku çandiniya wê li herêmê di vê dawiyê de zêde bûye.

Şitilgeha Navendî ya Minbicê şitlan ji cotkaran re peyda dike
Şitilgeha Navendî ya Minbicê şitlan ji cotkaran re peyda dike
Şitilgeha Navendî ya Minbicê şitlan ji cotkaran re peyda dike
Şitilgeha Navendî ya Minbicê şitlan ji cotkaran re peyda dike
Şitilgeha Navendî ya Minbicê şitlan ji cotkaran re peyda dike
Şitilgeha Navendî ya Minbicê şitlan ji cotkaran re peyda dike
30 mijdar, 2020   08:40
MINBIC

Şitilgeha Navendî ya Minbicê di 15`ê Mijdara 2018`an de hate vekirin. Di şitilgehê de şitl bi buhayên guncew têne peydakirin. Ev yek rolek di pêşxistina warê çandiniyê li herêmê de lîst.

Li şitilgehê, şitlên darên fistiq helebî, tirî, behîv, gûz, sewlî, merx, xurma û merxê hene.

Saziya Çandiyê wê di demeke nêz de nirxên şitlên darên berhemdar û daristanî diyar bike. Dê deriyên kirîna şitlan piştî çend rojan veke.

Piraniya cotkarên Minbic û gundewarê wê, darên fistiq helebî diçînin, ji ber ku hilberîna wê sûd li cotkaran dike û ji ber ku darên herdemî ne û li hemberî nexweşî û kurmikan jî li ber xwe dide. Lewra rûberên mezin li herêmê bi vê cureya daran hatiye çandin.

Şitilgeh dê şitlên darên ku tên payîn li ser rêya M4 li dora bajêr ji aliyên başûr û rojhilat ve, werin çandin, peyda bike.

Endamê rêveber ê Saziya Çandiniyê Mihemed El-Elî got ji bo peydakirina pêwîstiyên cotkaran wan bi Saziya Çandiniyê ya li Minbicê re koordîne kiriye.

El-Elî destnîşan kir ku cotkarên herêmê şitlên tirî di nava darên fistiq helebî de diçînin, ji ber ku şitlên tirî piştî 3 salan berhemê didin. Lewra ev berhem lêçûna çandina darên fistiq helebî ya ku piştî 10 salan berhemê dide, derdixe(dabîn dike).

Di çend salên dawîn de li gelek herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê şêniyên girîngî didin çandina darên berhemdar, ji ber ku zeviyên bejî mîna berê berhemê nadin û ji bo ku sûd jê were girtin.

Çandina darên fistiq helebî û tirî li herêmê gelekî tên çandin nexasim li Kobanê û Minbicê ji ber ku hawa û axa her du herêman ji bo mezinbûna vê darê guncew in.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/au5QzZzKsbw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>