Şêniyên Eyn Îsayê: Em dev ji malên xwe bernadin

Şêniyên Eyn Îsayê tevî topbaranê lê bi israr in ku ji malên xwe dernekevin û koçber nebin. Hinek ji wan ji ber tirsa topbarana bi şev, li kolanên dûrî rêya M4 radizin û sibehan vedigerin malê xwe.

Şêniyên Eyn Îsayê: Em dev ji malên xwe bernadin
Şêniyên Eyn Îsayê: Em dev ji malên xwe bernadin
Şêniyên Eyn Îsayê: Em dev ji malên xwe bernadin
Şêniyên Eyn Îsayê: Em dev ji malên xwe bernadin
Şêniyên Eyn Îsayê: Em dev ji malên xwe bernadin
30 mijdar, 2020   08:36
EYN ÎSA

Di vê demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane derdora navçeya Eyn Îsayê topbaran dikin. Beriya du rojan di saetên berbanga sibê de 3 mal bûn armanca topbaranê û di encamê de jinek û du zarokên wê birîndar bûn.

Duh bi şev, artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî derdora navçeyê topbaran kir. Bi vê yekê agirbesta ku beriya salekê di navbera dewleta Tirk a dagirker û Rûsyayê de û di navbera Amerîkayê û dewleta Tirk de hatibû lihevkirin, binpê dike.

Ruxmî topbaranê lê şêniyên navçeyê ji warên xwe dernakevin, girêdan û berxwedana li hemberî topbaranê piştrast dikin.

Şêniyên taxa Xerbî (rojava) ya navçeyê der barê topbarana dewleta Tirk de ji ANHA`yê re axivin. Şêniya bi navê Wedha El-Mihemed got: “Ez di mala xwe de bimirim jî lê koçber nabin. Ez ji mal û axa xwe hez dikim û çiqas merc giran bin jî ez dev jê bernadim.”

Şêniyên destnîşan kirin ku ji ber ku zarok û jin ji topbaranê ditisin ku di malan de razin, ew  li gel xizmên xwe ên li kolanên din ên dûrî rêya M4 radizin.

Taxa Xerbî ya navçeyê tenê bi deh metreyan ji rêya M4 dûr e û rojane tê topbarankirin.

(şx)

ANHA