Şêniyên gundekî Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk derketin

Şêniyên gundê Firîriyê ya girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî qebûl nekirin ku çete dest deynin ser berhemên wan ên zeytûnan.

Şêniyên gundekî Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk derketin
30 mijdar, 2020   08:55
ŞEHBA

 Komên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hewl dan mewsima berhema zeytûnan a şêniyên gundê Firîriyê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya katona Efrînê ya dagirkirî bidizin.

Jinên gund rê nedan çeteyan ku zeytûnan bidizin, çeteyan li jinan dan û ji bo tirsandina wan gule reşandin.

Li gorî çavkaneiyekî ji gund, piştî wê bûyera ku duh qewimî, di navbera şêniyên gund û çeteyên dewleta Tirk a dagirker şer derket û di encamê de ciwanekî ji gund birîndar bû. Çeteyên El-Hemzat destek ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên din xwest da ku gund dorpêç bikin û bi çekên giran û sivik hedef bigirin.

Çavkanî diyar kir ku ciwanê birîndar navê xwe Ehmed Cûma Diyab (25) û navê dayika wî jî Nicûd e.

(cx)

ANHA