​​​​​​​Di dema qedexeyê de xebatên qeydkirina waneyên asta amadehî hatin zêdekirin

Akademiya Şehîd Egîd Cîlo ya bajarê Hesekê di dema qedexeya giştî de ya ji ber vîrusa koronayê saetên qeydkirina waneyên meteryalên asta amadehî zêde kirin.

​​​​​​​Di dema qedexeyê de xebatên qeydkirina waneyên asta amadehî hatin zêdekirin
​​​​​​​Di dema qedexeyê de xebatên qeydkirina waneyên asta amadehî hatin zêdekirin
​​​​​​​Di dema qedexeyê de xebatên qeydkirina waneyên asta amadehî hatin zêdekirin
​​​​​​​Di dema qedexeyê de xebatên qeydkirina waneyên asta amadehî hatin zêdekirin
​​​​​​​Di dema qedexeyê de xebatên qeydkirina waneyên asta amadehî hatin zêdekirin
​​​​​​​Di dema qedexeyê de xebatên qeydkirina waneyên asta amadehî hatin zêdekirin
​​​​​​​Di dema qedexeyê de xebatên qeydkirina waneyên asta amadehî hatin zêdekirin
​​​​​​​Di dema qedexeyê de xebatên qeydkirina waneyên asta amadehî hatin zêdekirin
​​​​​​​Di dema qedexeyê de xebatên qeydkirina waneyên asta amadehî hatin zêdekirin
30 mijdar, 2020   08:35
HESEKÊ

Bi zêdebûna hejmara pêketeyên vîrusa koronayê li bajarên Hesekê, Qamişlo, Tebqa û Reqayê, Şandeya Aloziyê li bajarên navborî qedexeya derketina derve ya giştî ragihand. Li ser vê yekê xebatên perwerdeyê li dibistan, zanîngeh û akademiyan hatin sekinandin da ku virus zêdetir belav nebe.

Sala borî, ji ber vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibistan, akademî, peymangeh û zanîngeh hatin girtin. Ji bo ku xwendekar ji perwerdeyê qut nebin, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerdeya bi "Online" bi rêxistin kir. Desteyê tenê waneyên sereteyî û navîn qeyd kirin û li ser kenala you tube ya desteyê Perwerde û Fêrkirinê û kenala Rojava Tv diweşand, ji ber ku meteryalên amadehî nehatibûn amadekirin.

Lê îsal waneyên amadehî  têne amadekirin. Desteya Perwerde û Fêrkirinê dest bi qeydkirina waneyên merteryalên amadehî kir da ku di rojên fezkirina qedexeyê de werin dayîn.

Desteyê, niha waneyên meteryalên amadehî yên bi zimanê erebî li bajarê Hesekê qeyd dike. Waneyên ku mamoste didin, ji aliyê ekîpa ragihandinê ya Rêveberiya Gitşî ya Dibistanan a Kantona Hesekê ve tên qeydkirin, piştre têne motajkirin.

Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Hesekê sûdê ji dema qedexeyê ya 10 rojan digire û saetên qeydkirina waneyan zêde kirin da ku di demeke nêzîk de ji bo weşandinê amade bin.

Berpirsê qeydkirina waneyan li Akademiya Şehîd Egîd Cîlo ya Hesekê Basil Damin ji ANHA'yê re axivî û got, li bajarê Hesekê waneyên bi zimanê erebî û li şaxê akademiyê yê kantona Qamişloyê waneyên bi zimanê kurdî tên qeydkirin.

Damin destnîşan kir ku ji bo her madeyekê mamosteyek hatiye diyarkirin û ji saet 08:00ansibeha heta 14:00'an nîvor waneyan qeyd dikin.

Damin got: "Em ji qedexeya giştî ya li bajarê Hesekê sûdê digirin û xebatên qeydkirina waneyan zêdekirin da ku amade bin û xwendekar sûdê jê bigirin."

Berpirsê qeydkirina waneyan li Akademiya Şehîd Egîd Cîlo ya Hesekê Basil Damin di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku mamosteyên li Akademiya Şehîd Egîd Cîlo tenê ji bo dayîna waneyan bi hemû branşan bi rêya "Online" hatine diyarkirin.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4RG-ctVazGk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>