Rojnameyên Erebî: Bi piştgiriya Tirkiyê Îxwan hewl dide lihevhatina Lîbyayê têk bibe

Rojnameyên Erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê û geşdanên li Lubnan, Iraq û Lîbyayê de nivîsîn.

Rojnameyên Erebî: Bi piştgiriya Tirkiyê Îxwan hewl dide lihevhatina Lîbyayê têk bibe
30 mijdar, 2020   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

"RAMÎ MEXLÛF LI BINKEFTINA XWE MIKUR HAT"

Der barê geşedanên li Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset nivîsî "Karsazê Sûriyê Ramî Mexlûf, kurê xalê serokê Sûriyê Beşar El-Esed e û berê binyada aboriya Sûriyê bû, li xwe mikur hat ku ew li hemberî El-Esed bi binket. Duh li hesabê xwe yê Facbook"ê nivîsî ku wî xwe radestî qederê kiriye û kiryarên ku li dijî wî derketine qebûl kirine, ku li dijî wî pir kiryar pêk hatinûn, weke destdanîna ser pereyên wî, qedexeye derketine ji welêt û hwd."

Mexlûf nivîsî ku ew tenê dê Bi sebrê û hikmê qederê karibe jiyana xwe berdewam bike û got: "Yê ku bixwaze jiyana xwe berdewam bike, divê sebir bike û bi qederê razî bibe.”

"LI BAŞÛRÊ IRAQÊ DUBENDIYA ŞÎIYAN"

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Bûyerên bi xwîn ên ku di dema xwepêşandanên alîgirên Muqteda El-Sedir de rû dan, her wiha dijberiya Şîiyan li dijî wî li Nasiriyê diyar dike ku di navbera şepêla Sedriyan û serokê hikûmetê Mistefa Kazimî de dûrbûn çêbûye, ku berê ev dûrbûn ji derve de xuyan dikir.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Xuya dikir ku Sedir dike insyatîfê ji destê hikûmeta Kazimî derxîne, dema ku destwerdana xwepêşandana El-Nasiriyê kir beriya du rojan û xwepêşandêr çewisandin. Di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn, tenê ji ber ku wan helwestên wî yê şêlo di dema hilbijartinan de rexne kiribûn.”

Der barê van bûyeran de çavdêr dibêjin dê di dema pêş de têkiliyeke baş di navbera El-Sedir û Kazimî de tune be, ji ber ku her yek ji wan xwediyê porjeyeke siyasî ye."

"BI PIŞTGIRIYA TIRKIYÊ.. ÎXWAN HEWL DIDE LIHEVHATINA LÎBYAYÊ TÊK BIBE"

Der barê geşedanên Lîbyayê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Di vê demê de ku piraniya Lîbyan bi geşbînî pêşwaziya pêngavên lihevhatina di navbera aliyên lîbyayê de dikin, li ser rêya çareseriya siyasî û lihevhatina nîştimanî û bidawîkirina pêvajoya şerê deh salan, Tirkiye û Qeter û hin hêzên tundrew û lordên şer, hewl didin van pêngavan asteng bikin.”

Çavdêrên rewşa Lîbyayê dibêjin ku civîna Tencayê ji aliyê Îxwanan û hevlbendên wan yên alîgirên destwerdana Tirkiyê ve rastî hewldana têkbirinê hatin, da ku dest deyinin ser pêvajoyê, paşê jî hewl bidin ku serokê meclisê Eqîla Salih ji erka wî dûrxînin, ev tişt di dema civîna Xedamisê de pêk hatin. Parlamanter Ziyad Dixêm got ku amadekariya van kiryaran ji aliyê parlamana Terabilusê ve hatine kirin.

 

"TI NÎŞANANEYÊN AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ TUNE NE"

Têkildarî kar û barên Lubnanê rojnameya El-Nehar di nivîseke xwe de wiha diyar kir: “Sibe dê meha dawî ya salê destpê bike, lê dîse li Lubnanê tu nîşane û hêviyên derbarê aloziya siyasî de xuya nakin, ne der barê çarenûsa rêveberiya siyasî ya felc û ne jî der barê aloziya diravî, aborî û civakî ku her diçe kûr dibe. Di vê navberê de hikumetê der barê pirsgirêka mezin a Koronayê, berê xwe da çareyeke nîvço û deriyên welêt vekirin, lê ev tişt dê bandorê li rewşa aloz ya Lubnaniyan neke.”

Li gorî agahiyan, Fransa lezê dide hewldanên avakirina hikumetê, her wiha amadekariyên Fransayê û aliyên navneteweyî jî dewam dikin ji bo lidarxistina kongreyeke navdewletî ji bo alîkariya Lubnanê. Lê xuya ye ku dê hikumeteke nû di demeke nêz de neyê avakirin.