Li dijî Êzidiyan çi komplo amade dibe?

Pergalên serdest ji bo ku gelekî, civakekê yan jî heta pêkhateyeke olî bi hêsanî bi rê ve bibe û siyaseta xwe ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bimeşîne, siyaseta "Parçe bike, bi rê ve bibe" ji xwe re esas digire. Di vê çarçoveyê de, li dijî Êzidiyan komplo û ferman hatin pêkanîn û ev komplo heta roja îro jî didome.

Li dijî Êzidiyan çi komplo amade dibe?
23 mijdar, 2020   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rojhilata Navîn yek ji kevintirîn baweriyan ola Êzidî ye. Êzidiyan di dirêjahiya dîrokê de, gelek êş û azar kişand. Hin kesên îslamî yên radîkal, ji bilî reşkirina çand û ola Êzidiyan gelek operasyon û qirkirinên komî ji bo tunekirin û îmhakirina hebûna Êzidiyan pêk anîn.

Civaka Êzidî li gelek herêmên ku piraniya şêniyên wan Mislman, Suryan, Aşur, Ermen û baweriyên din in dimînin.

Şengal ku navenda ola Êzidî û gencîneya parastina çanda kurdî ya şaxdayî ye, ji sedên salan ve li dijî niştecihên wê êriş pêk hatin. Komkujiya herî dawî ya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve di Tebaxa 2014`an pêk hatiye, guhartineke bingehîn bixwe re anîn. Piştî vê êrişa ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve pêk hatiye, bawermendên Êzidî xwe ji nû ve bi rêxistin kir û yekîtiya xwe ava kir. Bi taybet piştî ku di encama siyaseta PDK`ê û hikumeta Iraqê ya federal de ku herêm di nava nakokiyan de hîştin, civaka Êzidî rewşeke berbelav û krîtîk jiyan kir. Ji ber vê yekê civaka Êzidî gelek mafên xwe yên sivîl, siyasî û heta olî jî wenda kirin. 

Tevî hewldanên her du hikumetan ên bidestxistina Şengalê jî, lê belê sala 2014`an dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî Şengalê kirin, di çend saetan de hemû hêzên pêşmerge ji herêmê vekişiyan û piştî dagirkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞ`ê ve jî artêşa Iraqê ji sînorên Şengalê vekişiyabû. Bi vê yekê gelê Şengalê bi êrişên DAIŞ`ê rû bi rû ma.

Ji wê demê ve ev her du hêz hewl didin doza êzidiyan bixin bin kontrola xwe û hemû bûyerên li ser asta herêmî û navneteweyî diqewimin ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Peymana 9`ê Cotmehê hewldana destwerdana yekser di doza êzidyan de bû, ku bi wê yekê hewl dan civaka Şengalê parçe bikin.

Tê zanîn ku yên ku rê li hemberî bi hezaran êzidiyan vekir ên ku xwe spartin çiyayên Şengalê û gelê êzidî derbasî herêmên Rojava kirin, Hêzên Parastina Gel (HPG),Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bûn. Her wiha wan hêzan piştgirî û çek dan ciwanên êzidî da ku hêza xwe ya taybet “Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)” ava bikin û herêmên xwe biparêzin û ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku di erka xwe ya qirkirina êzidiyan de bi binket, bi hemû rêbazan li rêyên nû digere da ku vegera Şengalê û careke din serweriya civaka êzidî bike.

PDK`ê bi wê yekê hin êzidiyên ku dê ji hebûna PDK`ê li Şengalê sûdê bigirin, bi kar tîne. Her wiha rewşa tevlîheviyê û tunebûna ewlehiyê li Şengalê bi kar tîne, nexasim bi destpêkirina pêla vegera koçberan ji kampên Başûrê Kurdistanê ber bi Şengalê ve.

Bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker ji Şengalê re û pêkanîna operasyonên îstixbaratê, bi armanca parçekirina civaka Şengalê pêk hat ku malbata Barzanî wê yekê dixwaze. Di vê çarçoveyê de bûyerên wekî kuştina çalakvanên êzidî yên li derveyî Şengalê, vekirina dozên tolhildanê di nava êzidiyan bi xwe de, kuştina hin kesên ji qebîleya El-Şemer a Ereban û tewanbarkirina ciwanên êzidî bi wê yekê, pêk hatin.

Malbata Barzanî bi gelek rêbazên wekî gefxwarin, xapandina bi pere yan peywiran karîbû ku hin kesayetên êzidî bi aliyê xwe ve bikişîne.

Wekîlê Îmarata Êzidiyan, mîrê êzidiyan ê niha Hazim Tehsîn Beg, malbata Şeşo (Qasim û Heyder Şeşo) ku berê alîgirên YNK`ê bûn, di dema êrişên li ser Şengalê de piştigriya Barzanî kirin û berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gelê xwe re girtin.

Mirina mîr Tehîsn Beg û Şêx Xorto Îsmaîl “Bavê Şêx” derfet da PDK`ê ku li şûna wan mîrekî nû û Bavê Şêx ê nû hilbijêre û ji wê mijarê sûdê bigire, da ku bêhtir parçebûnê di civaka Êzidî de çêbike. Di vê derbarê de, hewl da nakokiyan di navbera Qasim û Heyder Şeşo ji aliyekî ve û Hazim Tehsîn Beg û Elî Bavê Şêx (Bavê Şêx ê nû) ji aliyekî din ve, derxîne.

Nexasim ku Qasim Şeşo ji nişke ve li ser malperên tevna civakî veqetîna xwe ji nava refên PDK`ê û ji peywira fermandariya Şengalê, ragihand. Ew yek bi behaneya ku Hazim Tehsîn Beg ê alîgirê malbata Barzanî, ferman daye Aasayîşa Dihokê da ku nehêlin serok û oldarên ji Şengalê beşdarî merasima hilbijartina Bavê Şêx ê nû bibin. Bi wê yekê û bêyî ku li nêrîna xelkê Şengalê vegerin, Elî Bavê Şêx hilbijartin.

Tiştê ku mijara îstifakirinê bi guman dike û piştrast dike ku ew lîstika PDK`ê ye, ew e ku Hazim Tehsîn Beg û Qasim Şeşo ji alîgirên sereke yên PDK`ê ne û nikarin bêyî erêkirina PDK’ê tu biryaran bidin. Nexasim ku Şeşo ku îstifa kiribû, eşkere kir ku PDK`ê mehane ji wî re 65 hezar dolar dişand. Ev yek tê wateya ku Şeşo hewl dide ku serokên êzidî yên çiyayê Şengalê li dijî Hazim Tehsîn Beg derkevin, ji ber ku bêyî ku li nêrîna êzidyan vegere Bavê Şêx yê nû hibijart.

Tiştê ku PDK`ê bi rêya Hazim kiriye jî destdirêjiyê li urf û adetên girêdayê hilbijartina Bavê Şêx dike, ku diviyabû li mêrgeha Laleş a pîroz bê hilbijartin û merasîn li wir bê çêkirin. Lê belê hilbijartina wî li hola civînan a bajarê Dihokê jî, planeke sistematik a PDK`ê ye da ku tevlîheviyê di nava êzidiyan de derxîne.

PDK wan her duyan li dijî hev sor dike, ji ber ku ew di civaka êzidî de li cihên wan ên taybet hene. Bi vê yekê parçebûna di civaka êzidî de zêdetir dibe, ku PDK`ê jî vê armanc dike.

Heke em li qonaxa piştî îmzekirina peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de binêrin, wan xwest ku civaka êzidî ji hev bixin û naveberên olî yên herî girîng (îmarata êzidiyan û Bavê Şêx) derbe bikin, da ku lêvegereke yekbûyî û pîroz a êzidiyan tune be. Bi wê yekê re dê karibin bi hêsanî serweriya civaka êzidî bikin, ola êzidiyatiyê ji navaroka wê ya olî û çandî vala bikin, hemû urf û adetên olî yên kevin binpê bikin û dê Meclisa Ruhî ya Êzidiyan pîroziya xwe wenda bike.

Em bala xwe bidin merasima diyarkirina Bavê Şêx Xorto Îsmaîl (yê berê) ya li Laleşê di havîna 1995`an de, em dibînin ku kesên beşdarî merasimê bûne endamên Meclisa Ruhî, mîrê wê demê û hin oldarên êzidî ne. Lê belê hejmara zêde ya alîgirên PDK`ê û dezgehên çapemeniyê yên girêdayî wan ku li Laleşê kom bûn û merasima diyarkirina Bavê Şêx şopand, niyetên Barzanî bi zelalî radixe pêş çavan.

(cx)

ANHA