Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê cenazeyê şehîd Elî El-Şêx li Goristana Şehîdan a li navçeya Sirînê veşat.

Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin
23 mijdar, 2020   10:11
 KOBANÊ

Cenazeyê şehîd Elî El-Şêx duh êvarê li Goristana Şehîdan a Sirînê li başûrê Kobanê hate veşartin.

Ji ber qedexeya derketina derve li herêma Firatê hejmareke biçûk ji şêniyan û malbata şehîd tev li merasîmê oxirkirinê bû.

Şehîd Elî El-Şêx li navçeya Sirînê di 21`ê Mijdarê de di encama kirîza dilî de dema li ser erka xwe şehîd bû.

 (şx)

ANHA