​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kesên din bi koronayê mirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku di 24 saetên dawîn de 100 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesên din jî jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kesên din bi koronayê mirin
23 mijdar, 2020   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 nexweşên koronayê mirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa daxuyand ku kesên mirine, 2 zilam in û ji Hesekê ne, 2 ji Şehbayê û zilamekî ji kampa Holê ne.

Mistefa da zanîn ku li herêmê wan 100 nexweşên din belge kirine, ku 53 zilam û 47 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 22
Dêrik: 8
Qamişlo: 15
Girkê Legê: 3
Amûdê: 2
Rimêlan: 1
Reqa: 15
Tebqa: 12
Minbic: 5
Kobanê: 3
Şehba: 14

Ciwan Mistefa her wiha diyar kir ku 23 nexweş jî baş bûne.

Bi van daneyên nû re, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6 hezar û 691 kes bi nexweşiya koronayê ketine, ji wan 183 kesan jiyana xwe ji dest daye û 980 kes jî baş bûne.

(cx)

ANHA