Fransayê bersiva Erdogan da: Em ne li benda axaftinê, em li benda kirinê ne

Li ser hewldana Tirkiyê ya vekirina rûpeleke nû bi Yekitiya Ewropayê re, Fransayê îro bersiva wê da û got ku ew li benda xebatekê ji aliyê Tirkiyê ve ne. Her wiha gefa nîqaşkirina cezayan di civîna bê ya yekitiyê lê xwar.

Fransayê bersiva Erdogan da: Em ne li benda axaftinê, em li benda kirinê ne
22 mijdar, 2020   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian îro ragihand ku Parîs li benda "kirinên" ji aliyê Tirkiyê ve ye, berî ku civîna Konseya Ewropayê were lidarxistin ya ku tê payîn tê de mijarên cezayên nû yên li dijî Enqereyê bêne nîqaşkirin.

Le Drian di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: "Ji beriya du an sê rojan em daxuyaniyên aram ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ve dibînin, lê ev têrê nake, divê kirin jî hebin."

Daxuyaniyên Le Drian, piştî banga Erdogan a diyalogan ligel Yekitiya Ewropayê hatin.

Her wiha Le Drian got, ji kirinên ku ew li bendê ne, girêdayê rojrhilata deryaya Spî û Lîbyayê û Qerebaxê ne.

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê got: "Gelek nakokiyên me bi Enqereyê re hene. Tirk êrişî du endamên Yekitiya Ewropayê Yunanistan û Qibrisê dike, her wiha çeteyên Sûrî dişîne Qerebaxê."