Li Efrînê teqîn

Li navenda bajarê Efrînê ya dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, teqîneke pê hat. Li gorî agahiyan birîndar hene.

Li Efrînê teqîn
22 mijdar, 2020   19:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên taybet ji navenda bajarê Efrînê ji ANHA'yê re gotin, motorsîklêteke bombebarkirî vê êvarî nêzî baregeha çeteyan "Melek Şah" teqiya.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku di encama teqînê de bi kêmanî 3 kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan, piştî teqînê çeteyan girtin ser mala.

ANHA