Esed, El-Mîqdad li şûna El-Mûelim wezîfedar kir û erka El-Caferî guhert

Serokê Hikumeta Şamê Beşar Esed, piştî mirina Wezîrê Karên Derve Welid El-Mûelim Feysel El-Miqdad li şûna wî wezîfedar kir. Her wiha nûnerê Şamê yê li Neteweyên Yekbûyî, Beşar El-Caferî wek cîgirê El-Miqdad wezîfedar kir.

Esed, El-Mîqdad li şûna El-Mûelim wezîfedar kir û erka El-Caferî guhert
22 mijdar, 2020   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyayên ser bi hikumeta Şamê ve, Serokê Hikumeta Şamê Beşar Esed sê biryar dan; Feysel El-Miqdad li şûna Wezîrê Karên Derve Welid El-Mûlelim ê beriya 3 rojan mir, wezîfedar kir.

Her wiha erka nûnerê Sûriyê yê li Neteweyên Yekbûyî Beşar El-Caferî guhert û wekî cîgirê El-Miqdad erkdar kir.

Di biryara sêyemîn de, balyoz Besam El-Sebax wekî nûnerê daîmî yê Neteweyên Yekbûyî erkdar kir.