Çeteyên DAIŞ`ê li Nîjeryayê êrişî karwanekî leşkerî kir

Çavkaniyên ewlehiyê piştrast kir ku çeteyên DAIŞ`ê bi kemînekê rê li pêşiya karwanekî leşkerî li bakurê rojhilatê Nîjeryayê girt û 7 leşker û mîlîsek kuştin.

Çeteyên DAIŞ`ê li Nîjeryayê êrişî karwanekî leşkerî kir
22 mijdar, 2020   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyan, çeteyên bi navê ‘Wilayet Rojavayê Afrîkayê’ yên girêdayî DAIŞ`ê li gundê Koymetî bi 60 km li bakurê paytexta herêmî Maydugurî bi gule û moşekan êrişî karwanekî leşkerî û alîgirên wê kir.

Li gorî çavkaniyên destpêkê, kuştina 5 leşkeran û mîlîsekî hate ragihandin, lê piştre hate gotin ku hejmara kuştiyan gihaştiye 8`an.

Girêdayî heman mijarê çavkaniyan êriş piştrast kir û destnîşan kir ku di êrişê de 4 çeteyên wê komê bi giranî birîndar bûne.

Koma Wilayêt Rojava Afrîkayê ya girêdayî DAIŞ`ê sala 2016`an ji koma Boko Heram qut bûye.

(şx)