Wezîrê çandiniyê yê Iraqê: Şîrketên Erebistana Siûdî dê li Iraqê nexebitin

Wezîrê çandiniyê yê Iraqê Mihemed Kerîm El-Xefacî îro eşkere kir ku şîrketên Erebistana Siûdî dê li Iraqê nexebitin.

Wezîrê çandiniyê yê Iraqê: Şîrketên Erebistana Siûdî dê li Iraqê nexebitin
22 mijdar, 2020   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya fermî ya El-Sabah li ser zimanê El-Xefacî got: "Şîrketên Siûdî xwesteka xwe diyar kir ku li deverên 10-50 hezar donim li qezayên Musene, Enbar û Necef mezreyên xwedîkirina çêlan ava bikin, lê Wezareta Çavkaniyan nekariya avê heta ji bo 50 salan peyda bike. Ji ber vê yekê şîrketên Siûdiyê ji pêkanîna vê projeyê lêborîn xwest."

Hefteyên borî hewldanên pêşvebirina têkiliyên di navbera Erebistana Siûdî û Iraqê de hatin kirin, ji ber vê gavê jî hêzên iraqî yên nêzî Îranê aciz bûbûn.

(dm)