Rojeva sereke a lûtkeya G20’an bandora koronayê ya li ser aboriya cîhanê ye

Beşdarên lûtkeya G20`an ku li Erebistana Siûdiyê dest pê kir, girîngî da koronayê û bandora wê li ser aboriya cîhanê.

Rojeva sereke a lûtkeya G20’an bandora koronayê ya li ser aboriya cîhanê ye
22 mijdar, 2020   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Di lûtkeya G20`an de beşdaran behsa vîrusa koronayê (Covid-19) û aşlekirina wê kir. Di vê çarçoveyê de, qralê Siûdiyê Silêman Bin Ebdulezîz mijara aşlekirinê vekir û got divê bi awayekî wekhev were belavkirin.

Şêwirmenda almanî Angela Merkel jî got platforma G20`an dê 2 milyar aşlekirina li dijî vîrusa koronayê li cîhanê belav bike.

Li aliyekî din jî serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îşaret bi wergirtina cîhanê ji aşlekirina li dijî vîrusê kir. Vladimîr Pûtîn got ev cara yekemîn e ku mirovahî bi karesateke wiha re rû bi rû dimîne.

Tê payîn ku îro di daxuyaniya lûtkeyê de soza belavkirina aşlekirina li dijî vîrusa koronayê bi awayekî wekhev were dayîn. Di heman demê de derman û testan jî li belav bikin da ku dewletên xizan jê bê par nemînin.

Yekitiya Ewropayê bang li dewletên G20’an kiribû ku di dawiya salê de 4,5 milyar dolarî ji bo têkoşîna li dijî vîrusa koronayê bide dewletên herî feqîr.

(eh)