Zîlana 9 salî… çîrokeke zarokên ku şer jiyan lê herimand

Piştî ku bav û dayika xwe winda kirin, Zîlanê bi hezkirina dost, bira û karkerên Mala Sêwiyan berê xwe da jiyaneke nû.

Zîlana 9 salî… çîrokeke zarokên ku şer jiyan lê herimand
22 mijdar, 2020   08:38
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Di demekê de ku zarokên cîhanê bi Roja Zarokan a Cîhanê şahiyan li dar dixin, zarokên ji Sûriyê azarên şer li welat dikişînin.

Ji dema aloziya Sûriyê ya 2011’an de, bi hezaran zarokên sûrî ji mafên herî hêsan ên jiyanê mehrûm bûn û di nava şer de sêwî û kuştî ne, yan jî koçber bûn.

Zarok xeleka herî lawaz a şerê li Sûriyê ne, ji ber azarên mirin, koçberî û mehrûmkirinê kişandin, her wiha bi deh hezaran ji wan hatin qetilkirin.

Ji ber şerê li welat, zarokan tevî malbatên xwe,  herêmên xwe hiştin û ji welat bi dûr ketin û bi wê re jî bandorên neyînî li ser zarokan man. Hêviyên zarokan ên jiyaneke ewle li welat, winda bûn, ji perwerde û jiyaneke xweş mehrûm bûn.

/kr/uploads/files/2020/11/22/084041_-.webp

Zîlan (9) ji ber şer sêwî maye û piştî dê û bavê xwe winda kir, li mala sêwiyan a Kobanê dijî.

Mala sêwiyan a bi navê Keskesora Alan di Tabaxa 2018’an de li Kobanê hat vekirin û tê de 10 zarokên sêwî hene, jê 6 xort û 4 jî keç in, her wiha ew zarok jî ji Efrîn, Serêkaniyê, Qamişlo û Kobanê ne.

Piştî dagirkerina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, Zîlan tevî birayê xwe Ebdo (15) li Mala Sêwiyan dimînin.

Zîlanê got ew tevî malbata xwe li taxa Şêxmeqsûd a Rojhilat a bajarê Helebê dijiya û got: "Moşek li banê mala me ket û bavê min mir."

Zîlan da zanîn ku dayika wê bi daxwaza malbata wê ew hişt û çû Tirkiyê û li wir zewicî û wiha domand: "Piştî mirina bavê min û hiştina dayika min, em li Helebê bi tenê man. Apê min, em birin mala xwe ya li Efrînê. Lê belê zilm li me dikir, em ji mal diqewitandin û li kolanan diman. Lê piştî dagirkirina Efrînê, em kirin Mala Sêwiyan a li Rimêlanê û piştre ya li Kobanê."

Zîlan  wiha berdewam kir: "Ez ji dibistan, dost û karkerên li sêwîgehê, hez dikim û roja xwe bi lîska bi wan re derbas dikim. Ez ji birayê xwe Ebdo jî hez dikim, ji ber ew tenê ji malbatê maye."

/kr/uploads/files/2020/11/22/084101_-.webp

Karkera bi navê Cîhan Elî ku ji 3 salan ve li Mala Sêwiyan dixebite, got: "Apê Zîlan û Ebdo li Efrînê zilm li wan dikir. Ew girê didan, îşkence lê dikirin û xwarin bi rojan li ser wan qut dikir." 

Li gorî Cîhan Elî, malbateke efrînî Zîlan û birayê wê radestî mala sêwiyan a li Efrînê kir. Her wiha piştî êrişa dewleta Tirk a li ser Efrînê, ew zarok birin Rimêlanê û piştî avakirina navenda Keskesora Alan li Kobanê, zarok veguhastin wê navendê.

Li navenda Keskesora Alan a li Kobanê tevahî pêdiviyên zarokan hene, li gel wê jî baldariyeke tenduristî û perwerdeyê ya baş heye.

Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku zêdetirî 22 hezar zarokan ji destpêka aloziya Sûriyê de jiyana xwe ji ber şer ji dest daye.

Komîteya lêpirsîna navneteweyî ya taybet bi Sûriyê di nîvê îsal de belge kir ku zêdetirî 2 milyon û 100 hezar keç û xort li hundirê Sûriyê ji destpêka aloziyê û heta niha ve naçin dibistanan û nêzî 2 milyon û 500 hezar xort û keç jî koçber û penaber bin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wqM9HSY43M0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>