Dîmenên çalakiya gerîla ya li Xantûrê

Gerîla TV dîmenên çalakiyeke gerîla ya li qada Xantûrê weşandin. Di çalakiyê de 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatibûn kuştin.

Dîmenên çalakiya gerîla ya li Xantûrê
22 mijdar, 2020   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiya gerîla ev agahî parve kiribûn:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de roja 1'ê Mijdarê saet di 11:00’an  de li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê, li dijî dagirkerên li ser Girê Xaçê bi çekeke taybet çalakî kir. Dema ku 5 leşkerên dagirker li dora kepçeyekê li hev civiyan, li wan hate xistin. Di encama çalakiyê de kepçe bi temamî îmha bû, operatorê kepçeyê û fermandarê li ser gir jî di nav de 6 dagirker hatin cezakirin."