Li Tirbespiyê Pêşketina rewşa werzîşê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşdeçûn û pêşketineke pisporî ya rewşa werzîşê heye.

Li Tirbespiyê Pêşketina rewşa werzîşê
22 mijdar, 2020   09:05
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

Li navçeya Tirbespiyê pêşketineke berbiçav a futbolê ji avakirina yarîgeh, damezirandina dibistanên futbolê û tîmên jinan heye. Bi hevakariya ciwanên li derveyî welat, li navçeyê û bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya Cizîrê re, 10 yarîgeh li navçeya Tirbespiyê hatin avakirin.

Li aliyekî din jî li navçeyê 2 dibistanên futbolê hatin avakirin; Dibistana Biratî û Dibistana Cerah a perwerdekirina zarokan li ser futbolê. Her wiha tîmeke taybet a jinan li gundê Til Şeîra a girêdayî navçeya Tirbespiyê hat avakirin. Rahênerên pispor çavdêriyê li tîma jinan û dibistanên futbolê dikin.

Ciwanên navçeyê lîstika xwe bi rêya turnuvayên birêxistinkirî dibînin, hin turnuva bi rêya meclisên ciwanan a navçeyê û hin jî bi awayekî gelêrî tên lidarxistin û bi dehan ji tîmên ji pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan beşdar dibin.

Îsal zêdetirî deh turnuva li navçeyê bi hevkariya bi Desteya Werzîş û Ciwanan a herêma Cizîrê  û meclisa ciwanên navçeyê hat lidarxistin.

Endamê rêveber ê Dibistana Biratî ya futbolê ya perwerdekirina zarokan li ser futbolê Hesen Tahir destnîşan kir ku di çend salên borî de li navçeyê pêşketineke berbiçav di futbolê de çêbû. Tahir got: "Di salên borî de,  turnuva bi beşdariya çend tîman dihat liderxistin, lê belê îro pêşketineke mezin li ser asta vekirina turnuvayên werzîşê li gund, bajar û navçeyan bi beşdariya bi dehan ji tîman hene. Her wiha her gundek an jî du gundan tîmeke xwe çêkiriye û beşdarî turnuvayan dibin."

Tahir da zanîn ku bi armanca pêşdeçûna asta lîstokê, dibistanên futbolê li navçeyê hatin avakirin, mîna Dibistana Biratî li Tirbespiyê û Qamişloyê û tê de nêzî 500 zarok ji pêkhateyên herêmê perwerde dibin, her wiha Dibistana Cerah jî li gundên êzidiyan hatiye avakirin.

Endamê rêveber ê Dibistana Biratî piştrast kir ku Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê û şaredariyê alîkarî pêşkêş kirin û yarîgeh hatin avakirin. Bi wê re jî lîstika futbolê bi pêş ket.

Lîstikvanê tîma Heval Yasir Zehredîn Hisên jî got: "Di salên borî de tîm ji çend lîstikvanan pêk dihat û yarîgeh jî kêm bûn. Lê îro bi dehan yarîgeh û bi sedan lîstikvan hene."

Hisên piştrast kir ku xewna wan a pêşketina lîstoka futbolê bi serkeftî pêk tê.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lRMaZGfn_tY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>