Rîham Heco: Erdogan plan dike û PDK’ê bê şerm pêk tîne

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Heco got Erdogan li dijî êzidiyan planan dike û PDK’ê bê şerm pêk tîne.

Rîham Heco: Erdogan plan dike û PDK’ê bê şerm pêk tîne
22 mijdar, 2020   06:54
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

Hikumeta Iraq û hikumeta Başûrê Kurdistanê ya bi serkêşiya PDK’ê di 9’ê Cotmeha 2020’an de li ser rêvebirina Şengalê peymanek îmze kir, bêyî ku daxwaza xelkê Şengalê di ber çavan re bigire. Beriya peymanê jî gelek civîn û hevdîtin di navbera her du aliyan de û bi rayedarên dewleta Tirk re ku ew jî aliyekî vê peymanê ye, hatibûn pêkanîn.

Piştî ku hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê îmzekirina peymana li ser Şengalê ragihand, êzidiyên ku Rêveberiya Xweser bi xwe ava kirine, bertek nîaşn dan. Nexasim ku hikumetên Bexda û Hewlêrê ji Şengalê vekişîn û gelê Êzidî bi komkujiyên DAIŞ’ê re rû bi rû hiştin.

Di çarçoveya van bertekan de, êzidiyan şandeyek ji nûnerên Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, rûspî û kesayetên civakî û siyasî ava kir, da ku bi aliyên Iraq û hikumeta wê re lihevkirinekê der barê rawestandina vê peymanê de pêk bînin.

Şande di vê mehê de bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re civiya û raporek ji 18 daxwazên şêniyên Şengalê pêşkêş kir. Şande hîna jî hevdîtinên xwe li Bexdayê didomîne.

Gelek aliyan ev peyman red kir û ragihand ku ew bi şêniyên Şengalê re ne, lê belê helwesta xwe ya rastîn a dijberî êzidiyan eşkere kir. Ew helwest jî di civîna 17’ê Mijdarê de ya li Hewlêrê ya di navbera nûnera NY’yê ya li Iraqê, wezîrê Hundirîn ê hikumeta Başûrê Kurdistanê Rêber Ehmed û şêwirmendê Ewlehiyê yê Iraqê Qasim Erêcî  de li dar ketiye, diyar bû.

Girêdayî mijarê, hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Heco li ser peymana Bexda-Hewlêrê wiha got:  "Ev komplo li dijî şêniyên Şengal û destkeftiyên wê ye."

Rîham diyar kir ku peyman bi "Berdewama hemleyên qirkirinê yên li dijî êzidiyan û plana têkbirina wê" bi nav kir û wiha domand: "Piştî hemleya qirkirinê ya dawî ya li dijî şêniyên Şengalê ya di Tebaxa 2014’an de û piştî rizgarkirina wê, Rêveberiya Xweser a taybet bi êzidiyan hat avakirin û şênî li dora vê rêveberiyê kom bûn."

Rîham îşaret bi hewldanên PDK’ê yên têkbirina vê rêveberiyê kir û wiha lê zêde kir: "Ji nimûneya demokratîk a li Şengalê ditirsin ji ber wê van hewldanan dikin. Ne ji mafê PDK’ê ye ya ku hêzên wê di êrişên DAIŞ’ê de ji Şengalê revîn, li ser vê yekê biaxive."

Rîham Heco wiha dirêjî da axaftina xwe: "PDK’ê ji dêvla ku berpirsên Şengal û êzidî li beramberî komkujiyên DAIŞ’ê hiştine muhasebe bike, îro ji van berpirsiyariyan direve û berovajî wê dixwaze vê rêveberiya ku ji hêla gel ve hatiye avakirin têk bibe. PDK naxwaze rêveberî û vîna êzidiyan hebe."

Rîham her komployek li dijî gelê kurd bi giştî û Şengal bi taybet bi serdana rayedarên PDK’ê nemaze Nêçîrvan Barzanî ji dewleta Tirk re û hevdîtinên wê bi Recep Teyyîp Erdogan ve girê da û eşkere kir ku serokê AKP’ê Erdogan ji PDK’ê re planan datîne û ew jî bê şerm pêk tîne.

Der barê hevdîtinên wan bi aliyên Iraqê re, Rîham got ku wan gelek hevdîtin bi aliyên iraqî re û di nav de hikumeta Iraqê, pêk anîne û destnîşan kir ku wan xwestekên gel û redkirina peymanê gihandin wan.

Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê di dawiya axaftina xwe de got helwesta hikumeta Iraqê cihê mixabiniyê ye, ji ber ku îsrar dike peymanê pêk bîne. Her wiha diyar kir ku gel vê peymanê red dike û piştrast kir ku ger hikumetê hewl da peymanê pêk bîne, dê karesatek pêk were.

(fr)

ANHA