​​​​​​​Hikumeta Şamê: 75 kesên din bi korona ketin û 4 jî mirin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku 75 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 4 jî mirin.

​​​​​​​Hikumeta Şamê: 75 kesên din bi korona ketin û 4 jî mirin
21 mijdar, 2020   21:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê got, li Sûriyê 75 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 4 jî mirin.

Li gorî daneyên wezaretê li Sûriyê hejmara pêkeftiyên vîrusa koronayê bû 7 hezar û 154'an û hejmara miriyan bû 372.