​​​​​​​Ji ber qedexeyê Zanîngeha Kobanê bi rêya onlinê perwerdeya xwe dewam dike

Li Kobanê ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, qedexeya derketina derve hate ragihandin. Zanîngeha Kobanê careke din wê bi rêya sîstema onlinê perwerdeya xwe dewam bike.

​​​​​​​Ji ber qedexeyê Zanîngeha Kobanê bi rêya onlinê perwerdeya xwe dewam dike
22 mijdar, 2020   02:26
KOBANÊ

Di demên dawîn de ji ber li seranserî cîhanê vîrusa koronayê belav bûye, sîstema perwerdekirina onlinê zêde derket pêş û bi vî awayî xwendekar xwendina xwe berdewam dike.

Piştî Şaneya Aloziyê careke din li herêma Firatê ji ber vîrusa koronayê, qedexeya derketina derve ragihand, Zanîngeha Kobanê ji bo pêkanîna biryara qedexeyê dest bi perwerdekirina bi rêya onlinê kir.

Cîgirê Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim axivî û got ku rêveberiya zanîngehê, xwendekar û mamoste li ser bernameya onlinê, perwerde kirin.

Şervan Muslim da zanîn ku sîstemeke cîhanî heye ew jî pergala online ye, wan jî wekî her kesî par dema du caran qedexeya derketina derve hate ragihandin, ev sîstem bi kar anîn. Ev cara sêyem ku qedexe tê ragihandin, lê her çi qasî her du carên din kêmanî derketin û xwendekaran nezanîbûn bername bi kar bianîne, heta astekê encamên baş bi dest xistin û bû tecrûbeyek.

Di vê çarçoveyê de Şervan Muslim anî ziman ku her mamosteyek çavdêriya xwendekarê xwe rêya bernameyên taybet dike û di heman demê de her hefte bi xwendekarên xwe re diaxivin û li pirsgirêkên wan guhdarî dikin, da ku çareser bikin.

Cîgirê Hevserokê Zanîngehê bi lêv kir ku di qonaxa yekemîn de gelek kêmasî derketin, ji ber xwendekaran sîstema onlinê nedipejirand, lê vê carê tevî ku kêmanî hene lê encamên baş têne bidestxistin, xwendekar bi mamosteyan re alîkar in.

(eh)

ANHA