Rojnamevaneke lubnanî: Biden têkildarî dosyayên herêmê ji Trump cuda ye

Rojnamevana lubnaî Orlîna Sikir da zanîn ku komarparêz ji demokratiyan bêhtir hesabên dosyayê xwe dikin û destnîşan kir ku Joe Biden têkildarî dosyayên Îsraîlê, Tirkiye, Rûsya, Îranê û Çînê ya ku gef li sîstema cîhanî xwar, ji rêveberiya Trump cuda ye.   

Rojnamevaneke lubnanî: Biden têkildarî dosyayên herêmê ji Trump cuda ye
22 mijdar, 2020   05:14
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Rojnamevana lubnanî ya pispora têkiliyên navneteweyî Orlîna Sikir got: "Dosyayên ku Trump ji bo aştiya bi Îsraîlê re daye destpêkirin, an jî dan û standinên bi Tirkiye, Rûsya û Îranê re û şerê bi Çînê re gefan li sîstema cîhanî dixwin."

Orlîna Sikir diyar kir ku bi hatine Joe Biden re dê hinekî guhartinên stratejîk çêbibin û wiha domand: "Di van guhertinan de serkeftî û binkeftî tune ye. Her wiha dê dosyaya dan û standinên nukllerî yên di navbera Îranê û Washingotinê de careke din were vekirin. Dîsa ew şerê bi Çînê re naxwaze. Dê di siyaseta Amerîkayê di serdema wê de  çalakiyên d'plomatîk zêdetir bibin û dê hinek dosyayên ku Trump bi lez dane destpêkirin, werin rawestandin."

Rojnamevana lubnanî destnîşan kir ku mebesta Trump a siyaseta bi Îsraîlê re ew e ku têkiliyên Îsraîl bi ereban re baş bibin û got: "Hate gotin ku hin dewletên ereban ên din dê têkliyên xwe bi Îsraîlê re sererast bikin. Lê dibe ku ev dosya di serdema Biden de werin sekinandin û bi derengî werin meşandin."

Rojnamevan Orlîna Sikir têkildarî mijara xêzkirina sînorê Lubnanê jî got: "Derbarê mijara destnîşankirina sînoran li Lubnanê, ev mijar ji aliyê siyaseta Trump ve bidawî bûbû. Lê bi hatina Biden re dibe ku di vê mijarê hin hevsengî û lihevhatinên li gorî siyaseta Îranê pêk bên. Di encamê de zexta li Hizbullah a Lubnanê re sivik bike. Dibe ku rewş Lubnanê aram  bibe."

Di dawiyê de rojnamevana lubnanî Orlîna Sikir: "Piştî siyaseteke hovane, birçîbûn û dorpêç ên ku ji aliyê Turmp ve hatin meşanidn, dê rewş bi giştî ber bi aramî û istiqrarê ve biçe. Dibe ku zext, rageşî û nakokî kêm bibin û karên dîplomatîk bi pêş bikeve, nexasim ku Biden dê siyasetên diyalogan bi tevahî hevalbendên DYA`yê re pêşniyar bike."

(eh)

ANHA