Rojnamevan Akman hat berdan

Rojnamevan Nûrî Akman ku li Romanyayê ji bo radestî Tirkiyeyê bê kirin hatibû binçavkirin, hat berdan.

Rojnamevan Akman hat berdan
21 mijdar, 2020   19:08
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan Nûrî Akman hat berdan. Akman, li balafirgeha Bukreş a Romanyayê hatibû binçavkirin û hatibû xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin. Lokman Coşkûnê ku bi Akman re hatibû binçavkirin jî hat berdan.

Akman li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku hatiye berdan.