Moşekek ji Xezayê hate avêtin, Îsraîlê bersiv da

Ji Xeza ya Filistînê moşekek bi ber bi bajarê Esqelan ê li beramberî sînorê bakurê Xezayê ve hate avêtin. Hêzên Îsraîlê jî nuqteyên çavdêriyê yên li ser sînorê Xezayê topbaran kirin.

Moşekek ji Xezayê hate avêtin, Îsraîlê bersiv da
21 mijdar, 2020   21:20
XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku komên Fililstînê agahiyên têkildarî avêtina moşekan bi fermî negirtine ser xwe.

Medyaya Îsraîlê got: "Moşek li herêmeke vekirî ket û tiştek bi kesekî nehat."

Her wiha hate ragihandin ku li bajarê dengê sirenan hatin bihîstin û pergala parastina asîmanî di astengkirina wê de bi ser neket.

Artêşa Îsraîlê got ku wê avêtina moşekekê ji Xezayê ber bi bajarê Esqelanê ve şopand û got, tê texmînkirin ku artêşa bersivê bide.

Ev bûyer di demekê de ku rewşa meydanî ya li Xezayê ber bi rageşeyekê bi Îsraîlê ve diçe pêk hat. Nemza piştî ku Îsraîlê bi zêdebûna nexweşên vîrusa koronayê re nehişt alavên tenduristiyê derbasî Xezayê bibin.

Demek beriya niha çavkaniyên Îsraîlê gotibûn, artêşa Îsraîlê derbasbûna alavên tenduristiyê ji bo Xezayê bi vegera leşkerên dîlgirtî yên li cem baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê ve girêda.