​​​​​​​Ciwan Mistefa: Em ê tedbîrên girantir bigirin

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa koronayê xeteriyeke mezin li ser herêmê ye û got: "Niha em hewl didin ku vîrusa koronayê ji bin kontrolê dernekeve, di demeke nêzî de em ê tedbîrên girantir bigirin."

​​​​​​​Ciwan Mistefa: Em ê tedbîrên girantir bigirin
21 mijdar, 2020   16:05
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara mirî û pêketiyên vîrusa koronayê (Covid-19) zêde dibe. Hejmara pêketiyan gihaşt nêzî 6 hezar û 500'î û hejmara miriyan jî gihaşt 170. Desteya Tenduristiyê diyar dike ku sedema zêdebûna hejmara mir û pêketiyên vîrusê; kêmbûna pileya germê û mayîna virus heya demeke dirêj li hewayê, her wiha diyar kir ku şênî tedbîrên xweparastinê bi cih naînin.

Ji ber zêdebûna hejamra mirî û pêketiyan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya beşî li herêmê ragihand û ji 6'ê Mijdarê heta 20'ê Mijdarê qedexeya giştî li bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê, her wiha di 15'ê Mijdarê de heta 15 rojan li herêma Firatê qedexeya giştî ragihand.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ji ANHA'yê re axivî û sedema zêdebûna hejmara mirî û nexweşên vîrusa korona li herêmê diyar kir. Mistefa got: "Sedema zêdebûna hejmara mirî û nexweşên vîrusê koronayê kêmbûna pileya germê û nepêkanîna şêniyan biryraên şaneya aloziyê ye."

Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir ku ji ber bilindbûna hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeteriyeke mezin li ser herêmê ye û wiha got: "Em hewl didin ku vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kontrolê dernekeve."

Mistefa eşkere kir ku Desteya Tenduristiyê dê gelek tedbîrên asê bigire da ku hejmara pêketiyan zêdetir nebe û wiha domand:"Em ê li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji qedexeya beşî derbasî ya giştî bibin, anku herêmên ku hejmara pêketî û miriyan lê zêde ye mîna Qamişlo, Hesekê, Reqa û Tebqa."

Ciwan Mistefa diyar kir ku biryara qedexeya giştî li Dêrikê û Kobanê hatiye pêkanîn, ji ber ku hejmara pêketiyan bilind bûye û diyar kir ku di vê mijarê de, encamên erênî derketin ku hejmara nexweşan daket, her wiha şênî li gorî tedbîran tevgeriyan.

Mistefa îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser û Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtin li ber xeteriya vîrusa koronayê budçeyeke veqetandiye û wiha pê de çû: "Vîrusa koronaya bi lez belav dibe. Heya niha tu dewletên cîhanê nikarî li hemberî vê vîrusa bisekine. Di dema heyî de em dikarin rewşê kontrol bikin, lê heger hejmara pêketiyan zêde bibe wê rewş ji bin kontrola me derkeve."

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em di pêvajoyeke zehmet û gelek xeter re derbas dibin, ji ber ku hejmara nexweşên vîrusa koronayê zêde dib. Li ser vê yekê em bang li tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku gereke tedbîrên pêwîst bigirin û xweparastina ji vîrusa koroanyê bikin  û biryarên ku têne girtin paşguh nekin da ku jiyana xwe û jiyana kesên ji wan hez dikin nexin xeteriyê."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MPyHpRZtSNg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>