Li Dêrazorê têkildarî 25'ê Mijdarê panelek hat lidarxistin

Komîteya Jinan a gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi nêzbûna 25'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, panelek bi diruşma "Bi vînê em li hev kom dibin û dê li dijî tundiyê bi ser kevin" li dar xist.

Li Dêrazorê têkildarî 25'ê Mijdarê panelek hat lidarxistin
Li Dêrazorê têkildarî 25'ê Mijdarê panelek hat lidarxistin
Li Dêrazorê têkildarî 25'ê Mijdarê panelek hat lidarxistin
Li Dêrazorê têkildarî 25'ê Mijdarê panelek hat lidarxistin
21 mijdar, 2020   15:16
DÊRAOZR

Di panelê de hevserokên meclisên herêmî û bi dehan jinên li gundewarên rojhilatê Dêrazorê amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, seroka Meclisa Jinan a Hecînê Fatme Dexîl axivî û behsa çîroka sê xweşikên Mirabal ên di 1960’î de hatin qetilkirin kir. Fatme Dexîl dîroka Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, şêweyên tundî û cureyên wê yên li dijî jinan û encamên wê yên neyênî şîrove kirin.

Fatme Dexîl destnîşan kir ku sê xweşikên Mirabal li hember rejîmên faşîst ên desthilat û tundiya li dijî jinan li ber xwe da û dîrokeke tijî têkoşîn nivîsandin da ku van rejîmên li dijî jinan hilweşînin.

Ji aliyekî din ve jî hevseroka Gerînendetiya Çandiniyê ya Hacînê Amine Salim wiha got: "Jinan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rol û cihê ji berê baştir nîşan de  û di tevahî aliyên civakî de bû pêşeng, her wiha bi israr û têkoşîna xwe hewl da guhartinên bingehîn ên pêşxistina rewşa jinan di civakê de, pêk bîne."

Piştî axaftinan, nîqaş li ser şêweyên tundî, rêbazên bidawîkirina wê hatin kirin, hate gotin ku divê qanûnên parastina maf û nasnameya jinan werin derxistin û pêkanîna.

(fr)

ANHA