Li 4 herêman qedexeya derketina derve ya giştî hat ragihandin

Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ya giştî li Hesekê, Qamişlo, Reqa û Tebqayê ragihand. Qedexeya derketina wê roja Pêncşemê dest pê bike û 10 rojan dewam bike.

Li 4 herêman qedexeya derketina derve ya giştî hat ragihandin
21 mijdar, 2020   16:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Aloziyê ya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara hejmara 198'an da. Li gorî biryara li Hesekê, Qamişlo, Tebqa û Reqa qedexeya derketina derve ya giştî tê ferzkirin. Qedexe 26'ê Mijarê heta 5'ê Kanûnê ye.

 Navarokê biryarê wiha ye:

"-Li herêmên Hesekê, Qamişlo, Tebqa û Reqayê qedexeya derketinê ya giştî ji bo 10 rojan tê ferzkirin. Qedexe sibeha roja pêncşemê 26'ê Mijdara 2020'an dest pê dike heya 5'ê Kanûna 2020'an e.

-Di dema qedexeyê de li tevahî herêmên Rêveberiya Xweser  tevahî dibistan, zanîngeh û baxçeyên zarokan tên girtin.

-Tevgera basan û bolmanan ji bo hatin û derketina ji herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê rawestandin û tevgera ji bo bazirganiyê didome.

-Tevahî sazî, daîreyên giştî yên li herêmên qedexekirî têne girtin, tenê daîreyên xizmetguzariyê vekirî dimînin.

-Di dema qedexeyê de, hemû avahiyên rêveberî û dibistanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne dezenfektekirin.

-Divê tevahî saziyên ragihandinê welatiyan hişyar dikin ku tedbîrên xweparastinê bigirin, rêgeza dûrketina civakî bikin beşek ji jiyana xwe ya rojane heta ku ev pandemî bi dawî bibe.

-Biryara qedexeyê ne ji bo nexweşxane û firneyan e. Lê dermanxane li gorî lîsteya nobedariyê ya deste, komîteyên tenduristiyê û yekitiyên dermansazan tê birêxistinkirin.

-Tevgera cotkaran û belavkirina sotemeniyê li welatiyan wê were hêsankirin.

-Divê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gorî biryarê tedbîrên qedexeyê pêk bînin.

-Ev biryar ji bo her kesî eleqedar e."

ANHA