Jinên rewşenbîr: Na ji şerê birakujiyê re

Jinên rewşenbîr bang li aliyên kurdî kirin ku nekevin nava şerê birakujiyê û gotin: "Na ji şerê birakujiyê re."

Jinên rewşenbîr: Na ji şerê birakujiyê re
21 mijdar, 2020   13:38
QAMIŞLO 

Îro Jinên Yekîtiya Rewşenbîran li Herêma Cizîrê, Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê  û Rabîtiya Jinên Rewşenbîr, têkildarî aloziya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek li baxçeya Xwendinê ya bajarê Qamişlo dan.

Daxuyanî ji aliyê Heseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Anahîta Sîno ve hat ragihandin.

Jinên rewşenbîr dan zanîn ku destkeftiyên ku berê ji bo wan xeyal bûn û îro bi dest wan ketine, divê wan biparêzin.

Her wiha diyar kirin ku dijminên kurdan dixwazin li ser hesabê Kurdan plansazî û berjewendiyên xwe pêk bînin.

Jinên rewşenbîr di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: "Em weke jinên rewşenbîr, bang li wijdana Kurd dikin ku bi tu behaneyan nekevin nava şerê birakujiyê. Ji ber ku Kurd wê ji vî şerî windahiyeke mezin bibînin û hemû destkeftiyên xwe jidest bidin. Lewra pêwîst e ku em li pêşberî van hewldanên ku hilweşandin û tunekirina destkeftiyên me dike armanc, bêdeng nemînin û qebûl nekin."

Her wiha destnîşan kirin ku ew jî beşek ji vê neteweyê ne ku bawariya wan bi edaleta doza Kurdî heye, ji ber wê yekê gelek berdêl dane û hîna jî didin, heya ku bigihêjin jiyaneke azad û bi rûmet.  

Di dawiya daxuyaniyê de, jinên rewşenbîr gotin" Na ji şerê navxweyî re,Na ji şerê birakujiyê  re."

(sb)

ANHA