Navenda Îmaratê ya Siyasetê: Tirkiye sûdê ji zindîbûna DAIŞ`ê werdigire

Navenda Îmaratê ya Siyasetê eşkere kir ku dewleta Tirk a ku herî zêde ji vegera DAIŞ`ê sûdê werdigirê.

Navenda Îmaratê ya Siyasetê: Tirkiye sûdê ji zindîbûna DAIŞ`ê werdigire
21 mijdar, 2020   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navendê di lêkolîneke têkildarî operasyonên çeteyên DAIŞ`ê ya bi navê"Vegera operasyonên DAIŞ`ê li Sûriyê, sedem û encam"de got ku Tirkiye bi îdîaya ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê rêxistinê ve têne hedefgirtin, sûdê ji vegera DAIŞ`ê werdigirê, da ku dagirkeriya xwe ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mayînde bike.

Navendê bi berdewamî got: " Vegera rêxistina DAIŞ`ê, dê Rûsya, DYA`yê û dewletên Ewropayê yên ku banga li Tirkiyê dikin ku hêzên xwe ji herêmên ku herî dawî li Rojhilatê Sûriyê (Girê Spî û Serêkaniyê) dagir kirine vekişîne, mijûl bike. A herî girîng jî vegera rêxistinê dê Kurdan jî mijûl bike, ji ber li dijî hebûna Tirkiye li Efrînê û herêmên Rojhilatê Sûriyê şerekî giran dikin."

Navendê di lêkolînê de îşaret bi faktorên vegerandina DAIŞ`ê kir û got: "Berdewamkirina aloziyê li Sûriyê û Iraqê û gendeliyên li saziyên ewlehiyê yên her du welatan, her wiha korona û bandora wê li welatên ku di dosya şerê li dijî DAIŞ`ê de aktîf in, dihêle ku rêxistina DAIŞ`ê cereke din vegere."

Li gorî lêkolînê dewletên sûdê ji vegera DAIŞ`ê dibîne, dewleta Tirk, Îran û Heyet Tehrîr El-Şam in û yên ku bandor li wan dibe Rêveberiya Xweser, Rûsya û hikumeta Şamê ne.

(eh)