Gelek girtiyên girtîgeha Bibeda ya Lubnanê reviyan

Gerînendeya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Odeya Têkiliyên Giştî ragihand ku 69 girtiyên li girtîgeha Bibeda reviyan û anî ziman ku ev yek jî bi awayekî zanebûn pêk hatiye.

Gelek girtiyên girtîgeha Bibeda ya Lubnanê reviyan
21 mijdar, 2020   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Erebeyeke ku têde girtî hebûn li taxa El-Het a Bibeda li darê xist, di encamê de 5 girtî hatin kuştin û yek birîndar bû, niha jî li nexweşxaneyekê tê dermankirin.

Endamên Hêzên Ewlekariyê derdora Qesra Adl a li Bibeda û herêma derdora wê dorpêç kirin.

Dozgeriya Giştî ya Çiyayê Lubnanê Xada Ewn ji bo lêkolîna derbarê reva komî ya girtiyan, çû nivîsgeha xwe ya Bibeda.

Ajansa Niştimanî ya Lubnanê diyar kir ku cenazeyê 3 kesên reviyayî rakirin nexweşxaneya Bebida ya hikumetê, 2 kesên din û birîndarek ku heta vê saetê navê wî nehatiye naskirin, rakirin nexwşxaneya El-Heyat.

Li gorî ajansê, 15 girtî li derdora herêmê hatin girtin û hîn jî lêgerîna li girtiyên berdewam e.

(eh)