Li cîhanê zêdetirî 57 milyon kes bi koronayê ketin

Li cîhanê zêdetirî 57 milyon kes bi vîrusa koronayê ketin û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihaşt zêdetirî milyonek û 356 hezar kes.

Li cîhanê zêdetirî 57 milyon kes bi koronayê ketin
21 mijdar, 2020   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Daneyên rojane ya cîhanî ya Reuters eşkere kir ku zêdetirî 57 milyon kes li seranserî cîhanê bi vîrusa koronayê ketine û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetirî milyonek û 370 hezar kesan e.

DYA`yê a ku herî zêde korona lê belav bûye, piştre Hindistan, Italya, Brezîlya, Fransa tên.

Her wiha ji aliyê hejmara kesên bi koronayê mirine DYA`yê  di rêza yekemîn de ye, piştre Italya, Fransa, Brezîlya û Hindistan tê.

(dm)