Li Reqayê xeterî li ser keriyên pez heye

Li Reqayê xwedîkirina pez jêdereke sereke ye. Xwediyên pez her sal di vê demê de li benda zêdebûna pezên xwe ne. Lê ji ber nexweşiyên di nava pez de derketine, piraniya mihên wan berdavêjin.

Li Reqayê xeterî li ser keriyên pez heye
21 mijdar, 2020   09:41
REQA-EHMED ESA

Li Reqayê piştî çandiniyê xwedîkirina pez jêdereke sereke ya şêniyan e. Kesên pez xwedî dikin, di vê mehê de li benda zêdebûna pezên xwe ne.  Li Reqayê kesên pez xwedî dikin, bi gazin in ji ber nexweşî di nav sewalan de belav bûye, ji ber wê yekê piraniya mihên wan berdavêjin. Şêniyên Reqayê sedema vê nexweşiyê nasnekirine û beriya niha tenê ji sedî 2 ev diyarde hebû, lê niha ji sedî 20 e.

Xalid Inîz ku li gundewarên Reqayê pez xwedî dike, got ku ji 200 pezî tenê 35 berx sax dimînin, mihên din hemû berdavêjin. Ango berxên wan mirî jidayîk dibin.

Xalid Inîz bang li aliyên peywendîdar kir ku yekser destwerdanê bikin, ji ber eger rewş bi vî awayî berdewam bike, dê bandoreke neyînî li sewalkariyê bike.

Hevserokê Nivîsgeha Sewalkariyê ya Reqayê Dr.Munzir El-Salih têkildarî mijarê axivî û da zanîn ku her sal ji sedî 2 pez bi vî nexweşiyê dikevin. Sedema wê jî vedigere nexweşiya berxê yan jî  ya mihê yan jî ya beran.

'DERENGMAYÎNA BARANÊ Û DERMANÊN MÊŞ Û PÊŞÛYAN HÎŞT KU NEXWEŞÎ BELAV BIBE'

/kr/uploads/files/2020/11/21/094201_reqa-li-reqaxetereya-miyan-3.webp

Munzir Salih destnîşan kir ku piştî lêkolînan hate diyarkirin ku du sedemên vê nexweşiyê hene, a yekê nexweşiya Brucella ye, lê rêjeya belavbûna vê nexweşiyê kêm e, a din jî dermanên pêşûyan e ji ber ku xwedanên pez, pezên xwe dibin li nava pembo diçêrînin û di wê demê de pembo hatiye dermankirin, ji ber wê yekê ew derman bandorê li pez dike, lê dîsa jî rêjeya wê pir kêm e.

Munzir Salih diyar kir ku her sal pemboyê ku dihat dermankirin, bi barîna baranê re dihat şûştin, ji ber wê yekê dema ku pez diçêrî bi wan dermanan bandor nedibû, lê îsal ji ber ku baran nebariyaye, bû sedem ku ev diyarde berbelav bibe. Bi taybet îsal  kurmê gûza pembo (Earias Insulana) ji ber ku pir li pembo xist, cotkar neçar man ku hîn zêdetir derman li pembo bireşînin.

DERMANKIRIN

Munzir Salih diyar kir ku derman li dermanxaneyan peyda dibe, lê ji bo ku pez ji wan dermanan sûdê werbigire dive li nava wan zeviyên dermankirî neyên çêrandin.

Hêjayî bibîrxistinê ku di nava du salên derbasbûyî de ji ber êm û çêrandin baş bû, rewşa sewalkariyê pir bi pêş ket.

(eh)

ANHA