Lûtkeya G20 îro li Erebistana Siudî dest pê dike

Îro, gera 15'emîn ya G20 ku cara yekemîne li dewleteke ereban lidar dikeve, wê li Erebistana Siûdî destpê bike.

Lûtkeya G20 îro li Erebistana Siudî dest pê dike
21 mijdar, 2020   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Şahê Erebistana Siûdî Silêman bin Ebdulazîz dê serokatiya rûniştina 15'emîn a lûtkeyê bike. Lûtke wê bi rêya online were lidarxistin.

Lûtkeya îro bi beşdariya gelek serokên dewletan, rêxistinên navneteweyî û herêmî dest pê dike û dê heya sibê bidome.

Rojeva lûtkeyê gelek mijaran digire nav xwe, ya herî girîng jî enerjî, avhewa, aboriya dîjîtal, tenduristî û perwerde ye. Her wiha dozên girêdayî Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê de, dê werin nîqaşkirin.

Ji aliyekî din ve jî, rayedarekî rêveberiya DYA'yê ragihand ku Serok Donald Trump dê beşdarî lûtkeya serokên dewletên G20 bibe.

(dm)