Li Kabûlê du teqîn; Kuştî û birîndar hene

Polîsên  paytexta Afganistanê Kabûlê ragihand ku du teqînên rû dan û di encamê de endamekî ewlekariyê hate kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Li Kabûlê du teqîn; Kuştî û birîndar hene
21 mijdar, 2020   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Khaama Press a Afganistanê, berdevkê polîsên Kabûlê ji dezgehên ragihandinê re diyar kir ku vê sibê derdora saet 7:15 du teqînên cuda rû dan, yekê ji wan erebeya polîsan kir armanc û di encamê de polîsek hate kuştin û 3 polîsên din jî birîndar bûn.

Her wiha erebeyeke Ford ku mayîneke têde bû, li herêma Chelson a Kabûlê teqiya, lê tu zerar çênebû.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Afganistanê  Tarq Ireyan diyar kir  ku di dema teqîn pêk hatin de, vê sibê li derdora Kabûlê 14 moşek ketin.

(eh)