Rojnameyên erebî: Tirkiyê li Iraqê rastî alîgirên Îranê tê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa aloziya di navbera Fransa-Tirkiye de û rewşa Tunisê kirin.

Rojnameyên erebî: Tirkiyê li Iraqê rastî alîgirên Îranê tê
21 mijdar, 2020   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN

 ‘LI AFRÎKAYÊ ALOZIYA DI NAVBERA FRANSA-TIRKIYE DE’

Têkildarî aloziya di navbera Fransa-Tirkiye de, rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Serokê Fransayê Emmanuel Macron deriyekî nû yê nakokiyan di navbera Fransa û  Tirkiye de vekir, ku berê jî nakokiyên her du welatan ên girêdayî Sûriyê, Iraqê, Lîbya, rojhilatê deryaya Spî û herî dawî jî Qerebaxê, hene.”

Macron, dewleta Tirk ji ber rola wê li Afrîkayê ku Parîs wekî “dijminahiyê” ji bo xwe dihesibîne, tewanbar kir.

Serokê fransî ji kovareke farnsî ya têkildarî karûbarên Afrîkayê re axivî û dewleta Tirk, Rûsya û hin fermnadarên afrîkî, tewanbar kir.

 ‘LI IRAQÊ ŞERÊ DESTHILATÊ YÊ DI NAVBERA ÎRAN Û TIRKIYÊ DE’

Girêdayî karûbarên Iraqê jî, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Dîplomatekî tirk û serokekî Şîa ya Iraqê gotin avêtin hev du. Vê yekê hişt ku şerê serweriyê yê li Iraqê derbasî qonaxeke nû bibe, ku dewleta Tirk tê de li kêleka Îran û DYA`yê lîstokvanekî sereke be.”

Serokê mîlîsa Esaib Ehil El-Heq ku yek ji hêzên herî xurt ê Îranê li Iraqê ye Qeys El-Xiz Elî wiha got: “Gefa leşkerî ya dewleta Tirk, dê ji gefa leşkerî ya Amerîkayê mezintir, dijwartir û xetertir be.”

El-Xiz Elî wiha domand: “Di qonaxa bê de dê Erdogan ê Osmanî para Tirkiyê ji bakurê Iraqê, daxwaz bike.”

Di mehên borî de dewleta Tirk bi behaneya şerê li dijî PKK`ê destwerdana leşkerî li xaka Iraqê zêde kir.

Çavdêr dibînin ku dewleta Tirk şerê li dijî PKK`ê wekî behane bi kar tîne da ku cihekî xwe li Iraqê çeke. Ev yek di çarçoveya siyaseta destwerdana li derveyî sînor ku hikumeta APK`ê bi serkêşiya Erdogan dimeşîne, pêk tê ku li Lîbya û Sûriyê niyetên berfirehbûna bi zelalî raxist pêş çavan. Her wiha hewl dide wekî dewleta Osmanî wê yekê li Iraqê dewam bike. Hikumeta Tirkiyê bi vê yekê çavnebariyên xwe di herêmên Iraqê yên bi petrolê dewlemend wekî Mûsil û Kerkûkê, rewa nîşan dide.

Dewleta Tirk di salên dawîn de, hin fermandariyên siyasî yên Sunî û yên din ên Turkmen ber bi xwe ve kişand, her wiha têkiliyên baş bi fermandariyên kurdî yên serweriya Herêma Kurdistanê dikin re ava kir.

 ‘HÊSRA LI DIJÎ ÎXWANAN LI TUNISÊ ZÊDE DIBE’

Têkildarî rewşa Tunisê jî rojnameya El-Beyan nivîsî: " “Îro, di roja 6`emîn de “xwepêşandanên bi hêrs” ku alîgirên Partiya Destûra Azad li pêşiya Yekitiya Cîhanê ya Zaniyarên Misilman bi rêxistin dike, li navarasta paytexta Tunisê dewam dike.”

(cx)