Rêxistinên jinan qetilkirina parêzer Henan El-Beresî şermezar kir

Însyatîfa Têkoşîna Li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan Ji Bo Ewlehî û Aştiyê qetilkirina parêzer û çalakvanan jinan Henan El-Beresî li bajarê Binxazî yê Lîbyayê şermezar kir û banga hesabxwestinê ji berpirsyaran kir.

Rêxistinên jinan qetilkirina parêzer Henan El-Beresî şermezar kir
20 mijdar, 2020   21:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Têkoşîna Li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan Ji Bo Ewlehî û Aştiyê ya ji 21 rêxistin û kesayetan pêk tê, têkildarî qetilkirina parêzer û çalakvana jinan Henan El-Beresî ji aliyê komên çete li Lîbyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Însiyatîfa Têkoşîna Li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan Ji Bo Ewlehî û Aştiyê bi xemgînî nûçeya qetilkirina parêzer û çalakvana jinan Henan El-Beresî bihîst. Henan El-Beresî 10'ê Mijdara 2020'an li bajarê Binxazî dema erebeya xwe diajot ji aliyê komên çekdar ên tundraw ve hate qetilkirin."

Însiyatîfê qetilkirina parêzer Henan bi tundî şermezar kir û wekî sûcên şer û sûcên dermirovî bi nav kir û wiha domand: "Nemaze ku ev sûc di meha Mijdarê de, bi rasthatina Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan pêk hat. Em teqez dikin ku diyardeya tundiya li ser jinan gihiştiye astekê ku êdî bûye qirkirineke plankirî, çi li herêmên şer be mîna Lîbya, Sûriyê, Iraq bi taybet an li welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka bi giştî be."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev qirkirina plankirî di serî de li dijî jinên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin, an jî li dijî ku jinên ku balê dikişînin li ser binpêkirinên li dijî jinan dike armanc.

Însiyatîfa Têkoşîna Li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan Ji Bo Ewlehî û Aştiyê banga dadgehkirina berpirsên qetilkirina parêzer Henan E-Beresî û bidawîkirina her cûre tundiya li ser jinan û li hem deveran kir. Her wiha bang li saziyên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û mafên jinan kir ku li gorî peyman û belgeyên navneteweyî  tev bigerin û bi lez qirkirina plankirî ya jinan bisekinînin.

Rêxistin û kesyatên di Însiyatîfa Têkoşîna Li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan Ji Bo Ewlehî û Aştiyê de ev in:

1- Weqfa Jîn a Jinan- Lubnan

2- Komîteya Jinan a Partiya Henşak –Lubnan

3-Weqfa Jinan a Iraqê

4- Selwa Qîqa: Endama Komîteya Jin û Ewlehî û Aştiyê ya Yekitiya Afrîka- Tunis (FemWise-Africa)

5-Jinên di Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê de – Başûrê Kurdistanê

6-Tora Jinên Lîbyayî ya Piştgiriya Aştiyê-Lîbya

7- Saziya Jinan a Nû-Misir

8-Kongreya Star –Sûriyê

9-Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

10-Yekitiya Jinên Suryan – Sûriyê

11-Tevgera Jinên Azad (TJA)- Tirkiyê

12-Kombûna Jinên Demokrat ên Lubnanê (RDFL) –Lubnan

13-Dr. Mêrvet El-Emarî, mamoste di fakulteya wêjeyê ya zanîngeha Qahîre de ye û pispora çareserkirina pirsgirêkên derûnî- Misir

14- Komeleya Destên Azad (Cimiyet Eyadî Hura) – Mexirb

15- Amal Qeramî-Mamosteya zanîngehê û çalakvana hiqûqî di warê cudahiya civakê de- Tunis

16-Malbenda Sendîqeya Jin û Ciwanan- Iraq

17- Weqfeya Tunis a Parastina Mafên Mirovan –Tunis

18-Dr. Fereh Sabir, mamoste di fakulteya perwerdeyê beşê dîroka zanîngeha Bexdayê-Iraq

19-Henan Osman, Seroka Komeleya Newroz a Çandî û Civakî –Lubnan

20-Parêzer Suheyla El-Esedî-Şêwirmenda Sendîqeya Parêzerên Amerîkayê li Bexdayê-Iraq

21-Cimiyet El-Eyadî El-Mutedamîna- Mexir

ANHA