Zarokên gundê Gozliyê ruxmî êrişan jî perwerdeya xwe dewam dikin

Dibistana gundê Gozliyê ya li nêzî herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de ye, bi êrişan rû bi rû dimîne. Tevî vê yekê xwendekar perwerdeya xwe didomînin.

Zarokên gundê Gozliyê ruxmî êrişan jî perwerdeya xwe dewam dikin
Zarokên gundê Gozliyê ruxmî êrişan jî perwerdeya xwe dewam dikin
Zarokên gundê Gozliyê ruxmî êrişan jî perwerdeya xwe dewam dikin
Zarokên gundê Gozliyê ruxmî êrişan jî perwerdeya xwe dewam dikin
21 mijdar, 2020   07:48
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka ku herêm dagir kirine û heta niha, ziyanên mezin gihandin qada perwerdeyê.

Ji ber sûcên dewletan Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi dehan dibistanên li nêzî eniyên şer hatin girtin, bi hezaran şênî ku di nav de xwendekar jî hene, koçber bûne. Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan dibistan veguherandin nuqteyên leşkerî.

Dibistana gundê Gozliyê ya dikeve rojavayê navçeya Til Temirê û li beramberî rêya M4 e, di demeke ku metirsiyên êrişên dagirkeriya Tirk pir zêde ne de, pêşwaziya bi dehan xwendekarên gundê Gozliyê û gundên derdorê dike.

ANHA'yê serdana dibistanê kir û nêrînên mamosteyên wê li ser rewşa perwerdeyê li gel hebûna hêzên dagirker nêzî gund girt.

Mamoste Sultana El-Elî got: "Tevî ku me dibistan vekiriye, lê metirsiyên me hene, ji ber dibistan nêzî eniyên şer e."

Gelek caran gundê Gozliyê û yên derdora wê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve têne topbarankirin da ku şêniyan bidin koçberkirin.

Sultana El-Elî destnîşan kir ku Şêniyên gundên derdorê zarokên xwe naşînin dewamê, ditirsin ku dibistan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve were topbarankirin.

Di navbera gundê Gozliyê û nuqteyên dagirkeran de 300 metre nîn e. Tevî vê  yekê xwendekar di domandina perwerdeyê de îsrar dikin. Rûsya ya ku qaşo rola garantor li herêmê dilîze, li hemberî van êrişan bêdeng e.

Sultana El-Elî diyar kir ku ev salek e ji ber binpêkirinên Tirkiyê yên domdar ên li ser herêmê hîna tirs li ser zarokên gund heye û got: "Tevî vê yekê em perwerdeyê didomînin."

Sultana diyar kir ku ji ber hebûna dagirkeran aramî li herêmê nîne, ji ber vê yekê divê ji herêmê werin derxistin da ku jiyaneke aram û bi ewle li herêmê mîsoger bibe.

Mamoste Sultana El-Elî di dawiya axaftina xwe de bang li aliyên têkildar û civaka navneteweyî kir ku dagirkeran ji herêmê derxînin û got: "Mayîna wan li herêmê jiyan û pêşeroja zarokan wêran dikin.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UCs-O3LhJEU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>