'Bi perwerdeyê em ê tundiya li ser jinan bi dawî bikin'

Endamên meclisên jinan û Kongreya Star gotin jinên birêxistinkirî li dijî wan tundî tê meşandin û gotin: "Bi perwerdeyê em ê tundiya li ser jinan bi dawî bikin."

'Bi perwerdeyê em ê tundiya li ser jinan bi dawî bikin'
21 mijdar, 2020   03:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya rasthatina 25'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê, endamên meclis û Kongreya Star ji ANHA'yê re axivîn û gotin, perwerde û zanist çekên sereke ji bo rêgirtina li tundiyê ne.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Jinên Azad a Şehbayê Hemîda Xidro diyar kir ku di dehên salên aloziya Sûriyê û şer de, herî zêde jinan para xwe ji tundiyê wergirtiye hem bi hemû cûreyên wê yên fîzîkî û hem jî yên devkî.

Hemîda Xidro di dawiya axaftina xwe de banga berxwedanê li hemû jinan kir heya armancên xwe bi cih bîne.

'EM NABÊJIN KU HEMÛ JIN AZAD BÛNE, LÊ EM HEWL DIDIN BEŞÊN DIN PERWERDE BIKIN'

Bi rizgarkirina kantona Şehbayê, yekitî û saziyên ku bi mafên jinan ve eleqedar dibin hatin vekirin. Jinên li Şehbayê xwe di nava van saziyan de perwerde kirin. Ev yek di kêmbûna rêjeya tundiya li ser jinan li gorî rêjeya par de diyar dibe.

Endama Komîteya Aborî ya Meclisa Yekitiya Jinên Azad ên Şehbayê Şirîn Elî destnîşan kir ku beriya şoreşa Rojava, jinên kantona Şehbayê xwendî bûn û xwedî bawernameyên bilind bûn, lê derfeta pêşketina li pêşiya wan tunebe, sedema vê yekê adet û kevneşopiyên paşverû  yên civakî ye. Şirîn Elî anî ziman ku piştî şoreşê û naskirina ramanê rêber Abdullah Ocalan jinan rola xwe di kar û sîstema hevserokatiyê di saziyan de girtin.

Şirîn Elî, bang li hemû jinên ciwan kir xwe pêş bixin.

Endama Meclisa Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê Zehra Kalo bi bîr xist ku piştî çeteyên DAIŞ û El-Nusra kantona Şehbayê dagir kirine, binsaziya herêmê wêran kirin, ev zihniyet di mejiyê de zilam de ma.

Zehra Kalo di dawiya axaftina xwe de got: "Em nabêjin ku hemû jin azad bûne û tundî li ser wan nayê kirin, lê em hewl didin beşê din perwerde bikin da ku ji tundî xilas bibin. Ji hemû jinan jî tê xwestin ku xwe bi rêxistin bikin."

'EM HER TIM HEWL DIDIN JINAN PERWERDE BIKIN Û TUNDIYÊ BI DAWÎ BIKIN'

Endama Kongreya Star a navçeya Şedadê Rehef El-Elî diyar kir ku tundî bi cûreyên xwe yên fîzîkî, cinsî û derûnî, her wiha astengkirinên li dijî jin û zarokan de xuya dibin. Rehef El-Elî da zanîn ku tundî  encamên xirab bi xwe re tîne û dibe sedema hilweşîna malbatê  û wiha got: "Em di Kongreya Star her tim hewl semînerên hişyartiyê ji civak û jinan bi taybet organîze bikin."

Ayat Îbrahîm jî destnîşan kir ku tundiya li ser jinan hîna berdewam e, sedema vê yekê adetên civakê ye ku bi zihniyeta baviksalarî ve têne bi rêvebirin ku bi awayekî mezin bandore li jinan dike. Her wiha diyar kir ku tundî bandoreke neyinî li jiyan, malbat û civakê û ji wê zêdetir li zarokan dike.

Menar El-Îlêwî jî got, dema cahiltiyê bi dawî bû, divê civakê girîngiya rola jina nas bikin û ji rêbazên ku heqaretê li jinan dike û rola wê biçûk dixin dûr bikevin. Her wiha got, divê ji bo bidawîkirina tundiyê kar were kirin.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QfVcQiq2WDE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>