Di hikumeta Şamê de guhertinên nû li ser astên siyasî û çapemeniyê çêdibin

Di nava hikumeta Sûriyê de li ser astên siyasî û çapemeniyê guhertin û bûyerên nû rû didin. Li gorî şîrovekeran, li gel binketina siyasî û çapemenî pêvajoya heyî zemînekê ji bo lidarxistinên serokatiya bê çêdike.

Di hikumeta Şamê de guhertinên nû li ser astên siyasî û çapemeniyê çêdibin
21 mijdar, 2020   05:23
ŞAM-NESRÎN XELÎL

Gotegotên ku rojanemger Lona El-Şibil wek şêwirmendeke taybet li qesra komarê hatiye erkdarkirin, belav bûn. Piştre ev gotegot, piştî dûrxistina Emced Îsa ji nivîsgeha rojnamegeriyê ya qesra komarê û erkdarkirina Osama Şehûd “Pisporê dosyaya Tirkiyê” li şûna wî, piştrast bû. Ev yek çaranûsa şêwirmenda siyasî û çapemeniyê Buseyne Şaban diyar kir.

Şîrovekarekî siyasî ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, girêdayî mijarê got: “Ji kêliyên destpêkê ve yên erkdarkirina Lona El-Şibil gelek gotegot girêdayî dûrxistina Buseyne Şaban belav bûn. Buseyne teşeyek ji têkiliyên bi Îranê re ye.”

Buseyne Şaban di gotareke xwe ya dawîn de bi heman rêbaza çapemeniya Îranê behsa rola Amerîkayê li herêmê kir. Lê di xîtabên hikumetê yên fermî de, Amerîka weke “dijberekî di siyasetê de” tê dîtin. Ne ku mîna xîtaba Îranê ku Amerîka weke “dijimenk giştî” tê dîtin. Buseyne ev rêbaza Îranê di gotar û daxuyaniyê xwe de bi kar tîne.

Li rex wê jî, li Şamê di çend rojên dawîn de, bûyerên giştî di warê çapemeniyê, saziyên çapemeniyê û ajansên çapemeniyê de çêbûn. Gelek kesên nû hatin erkdarkirin. Mudirê mezintirîn saziyên çapxaneya Sûriyê saziya El-Wihde, saziya telefizyonê û radyo, mudirên kala Sûriyê, Ixbariyê, mudirê nûçeyên bi dîmen, mudirê radyoya Şamê, gerînendeya bernameyan, kanala Sûriya Drama, serokatiya edîtoriya rojnameya Tişrîn hatin guhertin. Alîkarekî nû ji bo ajansa SANA, şêwirmendekî nû ji bo wezîrê çapemeniyê  bi navê Muder Îbrahîm hatin erkdarkirin.

Wefata wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd El-Muelêm (97) yê ku tev li kongreya vegera penaberan a ku Şamê bi desteka Rûsyayê lidarxistibû, bûbû, wek veguherandineke nû di saizyên hikumeta Şamê de ye.

Şîrovekarê siyasî yê ku nexwest navê xwe eşkere bike, dibêje Muelêm ji mezintirîn dîplomatên xurt bû. Wî hevalbendên Şamê, Rûsya û Îranê bi hev re kom kirin. Berovajî Buseyne ya ku nûnertiya xîtaba Îranê dikir. Lona El-Şibil jî nûnertiya Rûsyayê dike.

Şîrovekar, destnîşan dike ku di pêvajoya bê de wê gelek guhertinên mezin di stûnên bingehîn ên siyaseta Sûriyê de çêbibin. Mirov dikare wê bi amadekirina zemînekê ji bo hilbijartinên serokatiyê yên bê re, binketina makenîzmeya siyasî û çapemenî bi hev re, bi nav bike. Pêwîstî hebû ku amûrên guncew di cihên wê yên guncew de bên dayîn, ji guhertina rojnamegeran bigire heta bigihêje şêwirmendan. Cihê vala yê wezîrê derve Welîd Muelêm geşedanên din bi xwe re tîne dibe ku dete û hevalbandên dîtir bi xwe re eşkere bike.

(şx)

ANHA