Li Kobanê ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê, genim li derveyî bajêr tê belavkirin

Komîteya Aborî bi hevkariya bi Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya herêma Firatê însiyatifa belavkirina genim li derveyî bajêr û li ser gelek pêvajoyan dest pê kir. Da ku qedexeya derketina derve ya Şaneya Aloziyê li herêma Firatê ferz kiriye, binpê nekin.

Li Kobanê ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê, genim li derveyî bajêr tê belavkirin
Li Kobanê ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê, genim li derveyî bajêr tê belavkirin
Li Kobanê ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê, genim li derveyî bajêr tê belavkirin
Li Kobanê ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê, genim li derveyî bajêr tê belavkirin
Li Kobanê ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê, genim li derveyî bajêr tê belavkirin
Li Kobanê ji bo pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê, genim li derveyî bajêr tê belavkirin
19 mijdar, 2020   15:36
KOBANÊ

Komîteya Aboriyê bi hevkariya bi Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê dest bi belavkirina genim li ser cotkarên li bajarok û navçeyên Kobanê kir, da ku tedbîrên qedexeya giştî ya derketina derve ya ku Rêveberiya Xweser a herêma Firatê ferz kirine, binpê nekin û da ku pêdiviyên cotkaran dabîn bikin.

Komîteya Aboriyê bi pratîkî ji îro de ji bajarokê Belk ê başûrê Kobanê dest bi belavkirina genim li ser cotkaran kir, her wiha tê payîn ku nêzî 180 ton genim bi dema du rojan li ser cotkaran bê belavkirin.

Girêdayî mijarê, cotkarê bi navê Semîr Besro ku 4 ton genim radest bir, got rêveberiyê rêya radestkirina genim hêsan kir.

Besro spasiya kesên li ser mijarên cotkariyê dixebitin, kir û kêfxweşiya xwe li ser lezbûna biryarê û nezirarkirina cotkaran raber kir. Ji ber cotkirinê bi hatina zivistanê re ber bi dawiyê ve ye û li rex wê jî biryara qedexeya derketina derve heye, ku tu kes ne dikare derkeve ne jî derbasî bajêr be.

Besro berdewam kir ku ji bilî bajarokê Belk, dê di çend rojên pêş de genim li ser cotkarên li bajarok û navçeyên Şêran, Qenaya, Til Xezal, Taşlûk, Bênder, Çelebiyê, Koban, navçeya Sirîn, bajarokên Remale û Qadiriyê, were belavkirin.

Dê xebata belavkirina genim li bejarokan li gorî rêza ku aliyên pêwendîdar diyar kiriye, pêk were.

Cotkarên li herêmê ji Rêveberiya Xweser a herêma Firatê piştî ferzkirina qedexeya derketina derve ya giştî ya pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê, xwest ku çareyekê ji wan re bibîne. Ji ber ew di van rojan de zeviyên xwe diçînin û pêdiviya wan bi genimê ku Rêveberiya Xweser belav dike heye. Wê jî hişt ku saziyên pêwendîdar biryara belavkirina genim li cotkaran bide û ev jî li derveyî bajêr e.

(fr)

ANHA