Beşdarên meşa li Helebê: ‘Heta jin azad nebe mêr jî azad nabe’

Beşdarên meşa mêran a li Helebê ya ku li dijî tundiya li ser jinan destnîşan kirin ku divê civak wekheviyê di navbera jin û mêran de çêbike da ku jin mafên xwe bi dest bixin û rola pêşeng di civak û jiyanê de bilîzin.

Beşdarên meşa li Helebê: ‘Heta jin azad nebe mêr jî azad nabe’
19 mijdar, 2020   16:16
HELEB

Bi hatine 25'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê meşek a mêran li dar xist. Beşdarên meşê girîngiya rola jinan di civakê de destnîşan kirin.

Mistefa Seydo şehîdên jin ên di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine bi bîr anîn û jinên têkoşer  û şervan silav kirin û got: "Em li vir li qadan in da ku dengê xwe yê ku banga wekeftiya navbera jin û mêr de dike bilind bikin û mil bi mil bi jinan re bisekinin da ku mafên xwe bi dest bixin."

Mistefa destnîşan kir ku divê civak piştgiriya jinan bikin da ku beşdarî avakirina civakeke demokratîk li Sûriyeke azad bibin.

Arif Zana tuniya li ser jinan şermezar kir û got: "Jin her tim hewl didin jiyana azad û wekheviyê pêk bînin. Em çiqas ji jinan re pêşkêş bikin kêm dimîne. Em li vir in heta sînorekî ji tundiya li ser jinan were dayîn û rola sereke di civak û jiyanê de bidinê."

Reşîd Reşo bal kişand ser rola jinan û got: "Bêyî pêkanîna azadiya jinan em nikarin wateya azadiyê fêm bikin. Jin çavkaniya azadiyê ye, divê em parastinê wê bikin."

Reşo destnîşan kir ku ji beriya hezarên salan ve li dijî jinan tundî  û kuştin tê meşandin û ji mafên wê bê par tên hiştin "Em ji tundiyê re dibêjin êdî bes e, em niha di pêvajoyekê de ne ku jin mafên xwe têgihiştne û ji bo pêkanîna azadiya xwe û rizgarkirina ji koletiyê têdikoşe."

ANHA