Li Qamişloyê semînera “Cureyên tundiyê û cudakariya dijî jinan” pêk hat  

Meclisa Jinan a Sûriyê di çarçoveya çalakiyên 25`ê Mijdarê ji bo tunekirina tundiyê de li Qamişloyê semînerek girêdayî “Cureyên tundiyê û cudakirinê li dijî jinan” organîze kir.

Li Qamişloyê semînera “Cureyên tundiyê û cudakariya dijî jinan” pêk hat  
Li Qamişloyê semînera “Cureyên tundiyê û cudakariya dijî jinan” pêk hat  
Li Qamişloyê semînera “Cureyên tundiyê û cudakariya dijî jinan” pêk hat  
Li Qamişloyê semînera “Cureyên tundiyê û cudakariya dijî jinan” pêk hat  
19 mijdar, 2020   15:28
 QAMIŞLO

Meclisê ji lidarxistina semînerê armanc dike ku tundiyê, kurtedîroka vê rojê bide nasîn, sedem û cureyên tundiyê nîqaş bike û hinek sûcên ku li dijî jinan hatine kirin bi taybet îsal piştî zêdebûna rêjeya desttengiyê, bide xuyakirin.

Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berakat semîner da. Gelek nûnerên rêxistinên jinan û nûnerên jin ên partiyên siyasî tev li semînerê bûn. Semîner li Parka Xwendinê ya li Qamişlo li dar ket.

Di destpêka semînerê de Lîna Berakat dîroka tundiyê vegot û destnîşan kir ku piştî qetilkirina her sê xwişkên Mirabal rêxistinên jinan banga pêkanîna edaletê kir û xwest sûcdar bên darizandin.

TUNDIYA LI DIJÎ JINAN ENCAMA TÊKILIYÊN NEHEVSENG ÊN DI NAVBERA MÊR Û JINAN DE YE

Lîna girêdayî pênasekirina tundiyê got: “Tundî reftariyek an jî kirinek mirovî ye xwedî hêz, zorî û êrişker e. Ji hêla ferdekî yan jî komekê yan jî dewletekê ve derdikeve. Ev reftarî li dijî aliyê din bi armanca bikaranîna wê aliyê di çarçoveya têkiliya hêzê ya nehevseng di navbera jin û mêr de di civakê û malbatê de tê kirin. Ew jî dibe sedema gelek zirarên madî yan jî manewî ji bo ferdekî yan jî komekê yan jî çînekê yan jî dewletekê.”

Lîna bi bîr xîst ku gelek cureyên tundiya li dijî jinan hene. 

SEDEMÊN TUNDIYÊ

Lîna di berdewama semînerê de girîngî da sedemên tundiya li dijî jinan û da zanîn ku ew bandor li têkiliyên di nava her malbatekê de dikin, di encamê de mêr zorê li dijî jinê bi kar tîne da ku xwe îsbat bike ku xwediyê malê ye û bi rola xwe radibe. Her wiha Lîna da xuyakirin ku urf û adetên civakê bi nêrîna mêr ji jinê re girêdayî ye.

Di dawiya semînerê de deriyê nîqaş û piran ji beşdaran re hate vekirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ASEJZStcXac" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>