Artêşa Tirk a dagirker tenê 100 m dûrî rêya M4 nuqteyên leşkerî ava dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 100 m dûrî kampa Eyn Îsayê, satirên axî û nuqteyên leşkerî ava dike. Hemwextî wê yekê li gundê Merdûd ê nêzî gundê Erîda yê gundewarê kantona Girê Spî ya dagirkirî hêza xwe xurt dike û xendekan dikole.

Artêşa Tirk a dagirker tenê 100 m dûrî rêya M4 nuqteyên leşkerî ava dike
19 mijdar, 2020   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li nêzî kampa Eyn Îsa û tenê 100 m dûrî bakurê rêya M4 ku li kêleka navçeya Eyn Îsayê re derbas dibe, dest bi avakirina nuqteyên leşkerî kir.

Hemwextî wê yekê, artêşa dagirker û çeteyên wê li gundê Merdûd ê nêzî gundê Erdîa yê gundewarê kantona Girê Spî ya dagirkirî, xendekan dikole û nuqteyên leşkerî ava dike.

(cx)

ANHA